02:26 18 Sibat 2018
Zindî
    El Nûsra

    Li Helebê pevçûn: Yek jê fermandar bi 10an kuştî

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Helebê li derdora taxa Şêxmeqsûd di navbera hêzên HSDê û komên terorîst de pevçûnên dijwar qewimîn. Di pevçûnan de bi dehan terorîst hatin kuştin.

    Rojava — Li Helebê li derdora taxa Şêxmeqsûd di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û El Nûsraya terorîst de pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî zanyariyên berdest di pevçûnan de yek jê fermandar bi dehan terorîst hatin kuştin.

    Li Helebê, komên çete êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û terorîstan di pevçûnên dijwar qewimîn. Hate ragihandin ku di navbera şervanên Ceyş El-Siwar ku di bin sîwaneya HSDê de cih digrin û Odeya Çalakiyên Helebê ku di nav de komên wek El Nûsra cih digire, li çerxereya El-Cendûl a li rojhilatê taxa Şêxmûqsûd û çerxereya Kastîlo duh bi şev şer derket.

    Hate diyar kirin ku di pevçûnan de serçeteyê El Nûsrayê yê bi navê Ebû Ubeyd jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Hîdo: Tirkiye çekan ji El Nûsra û Ehrar uş Şamê re dişine
    TAYBET - YPG: Tirkiye, El Nûsra û rêxistinên din perwerde dike
    YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
    TAYBET - PYD: El Nûsra û Ehrar uş-Şam bi fermana Tirkiyayê êrişî Efrînê dikin
    El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Ceyş El-Siwar, El Nûsra, Ebû Ubeyd, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de