11:44 27 Nîsan 2018
    Emîr Hacî Pîrotî

    Ciwanê kurd di pêşbaziyên “meharet”ê de madalyaya zivîn wergirt

    © KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya KURDPAyê ciwanekî kurd ê xelqê Seqizê di 16emîn Pêşbaziyên “Meharet”ê de pileya duyem bi dest xist.

    Seqiz – Li Îranê her sal Pêşbaziya Meharetê bi beşdariya ciwanên di bin 21 salî tê lidarxistin û îsal jî pêşbaziyan 11ê Rêbendanê dest pê kir. Piştî bidawîhatin û nirxandina berheman, Emîr Hacî Pîrotî di warê “Lûlekêşî û sîstema germê” de wekî ciwanê serkeftî yê pileya duyem hat hilbijartin û madalyaya zîvîn bi dest xist.

    Ji bilî Emîr Hacî Pîrotî, tîma Sineyê jî di warê roboteke tîmî de 2 madalyayên zêrîn, di warên dariştina grafîk û lûlekêşiyê de 4 madalyayên zîvîn, di warê akwatronîkê de 2 madalyayên bronz û di warê xebata kolektîf de 3 dîplomayên şanaziyê bi dest bixin.

    Emîr Hacî Pîrotî xwendekarê Beşa Tesîsatan a Zanîngeha Azad a Seqizê yeku berê jî di asta Seqizê pileya yekem bi dest xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Huseyin Çelik, Erdogan derewand
    Li Êlihê di navbera du malbatan de pevçûn
    Li Swêdê gengeşiya navbera kurd û tirkan zêde dibe
    Encama 17 salên Îmraliyê: ‘Dewleta tirk xwest bêîrade bike; lê bi ser neket’
    Kirmaşan - Qezaya trafîkê: ‘4 kes mirin'
    Demirtaş: DAIŞ dewlet ava bike dê ewil Davutoglu nas bike
    Çekên kurdan hebin, dikarin planên Tirkiyeyê têk bibin
    Etîketan:
    madalyaya zîvîn, ciwanê serkeftî, Lûlekêşî û sîstema germê, nirxandina berheman, Pêşbaziya Meharetê, 16emîn Pêşbaziyên “Meharet”ê, Emîr Hacî Pîrotî, Kurdistana Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de