08:20 27 Gulan 2018
Demirtaş û Çipras

Demirtaş: DAIŞ dewlet ava bike dê ewil Davutoglu nas bike

© Foto: Facebook/Selahattin Demirtaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Selahattîn Demirtaş piştî hevdîtina bi Aleksis Çipras re daxuyanî da û got: ‘Dema DAIŞ êrİşî Kobanê kir Tirkiye mudaxaleyê nekir. Eger DAIŞ dewlet ava bike dê di serî de Davutoglu vê dewletê nas bike.'

Atîna - Hevdîtina Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û Serokwezîrê Yunanîstanê Aleksis Çipras a li ofîsa parlamentoyê bi dawî bû û piştî hevdîtinê Demirtaş daxuyanî da.

Selahattîn Demirtaş da zanîn ku di hevdîtina bi Çîpras re li ser geşedanên li Tirkiyeyê axivîne û got: ‘Helwesta me ya li hemberî geşedanên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê diyar e. Divê hem Tirkiye hem jî Yekîtiya Ewropayê rola xwe pêk bîne.'

Demirtaş diyar kir ku ji bo agirbesteke mayînde hêzên navneteweyî rola xwe baş pêk nayine û wiha pê de çû: ‘Bi salan e li sînorê Tirkiyeyê dema DAIŞ êrîşê Ezazê, Kobanê kir Tirkiye negot 'Emê mudaxale bikin.' Eger DAIŞ dewlet ava bike dê di serî de Davutoglu vê dewletê nas bike. Polîtîkayên mezhebî û dijberê kurdan dimeşînin.'

Dê Demîrtaş di saetên êvarê de jî li Cemiyeta Rojnamegeran a Atînayê biaxive.

Bi heman mijarî:

Şirnex - Tîmekî teybet hat kuştin
Li Sûrê şerên dijwar: Gelek leşker birîndar bûn
YPGê gundekî din li bakurê Helebê rizgar kir
The TIMES: ‘Tirkiya û Erebistan “deriyê cehenemê” vedikin’
Rûsya: ‘Mafê Sûriyeyê heye bersiva êrişên Tirkiyeyê bide'
TSKyê êriş kir: Kuştî û bi dehan birîndar hene!
HSD: ‘Tirkiya nahêle ku em li dijî DAIŞê şer bikin’
Etîketan:
SYRIZA, HDP, Aleksis Çipras, Selahattin Demirtaş, Yewnanistan, Atîna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de