16:40 18 Hezîran 2018
Balafirên şer ên Rafale, Fransa

MÛSIL - Balafirên şer bankeyên DAIŞê bombebaran kirin

© Foto: Kurdistan 24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirên şer ên hêzên hevpeyman li navenda bajarê Mûsilê, 4 bankeyên DAIŞê bombebaran kirin.

Li gorî ku ji aliyê DAIŞê hatiye dayîn, îro danê sibê balafirên şer ên hêzên hevpeyman, 4 avahiyên bankan li navenda Mûsilê dane ber bombeyan.

Hat diyarkirin ku yek ji wan bankan, banka navendî ya Iraqê bûye.

Beriya niha jî balafirên şerên hevpeyman li banka Reşîd a Mûsilê dabûn ku wek xezîneya DAIŞê dihat zanîn, Di encama wê êrişê de gelek pereyên DAIŞê şewitîbûn.

Ji ber şewitandina pereyên DAIŞê bandorek giran li ser aboriya DAIŞê kiribû û miaşê terorîstan jî hatibû kêmkirin.

Bi heman mijarî:

Fermandara YPJê: ‘DAIŞ, artêşa miriyên zindî ye'
INDEPENDENT: 'Daketina nirxê petrolê û DAIŞ xewa kurdan diherimînin'
DAIŞ li Rojava û Sûriyeyê 3 hezar û 895 kesan îdam kirine
DAIŞ ji bo şerê Mûsilê zarokên xwekuj perwerde dike
DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
Rûsya: ‘Dibe DAIŞ li Tirkiyeyê welatiyên rûsî dîl bigre'
Etîketan:
balafirên şer, Mûsil, bombebaran, banka, DAIŞ, Hêzên Hevpeyman, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de