06:13 24 Hezîran 2018
Serokê Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Îşoî Gewriye

Îşoî Gewriye: ‘Tirkiye koçberan ji bo dagirkirina Sûriyê bikar tîne'

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Îşoî Gewriye derbarê siyasetên ku Tirkiyeyê dimeşîne û armancên wê ya mudaxeleya Sûriyê û sûdwergirtina ji aloziya koçberan de axivî û ji bo koçberên Efrînê li hêzên navnetewî bagba alîkariyê kir.

Navenda Nûçeyan — Serokê Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê Îşoi Gewriye diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina koçberan dixwaze ku herêmeke tampon li ser sînorê bi Sûriyê re ava bike û Sûriyê, dagir bike.

Gewriye di daxuyaniya xwe ya ku da Ajansa Nûçeyan a Hawarê de diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku ji pirsgirêka koçberan sûd werbigre, biryarek ji bo avakirina herêmek tampon bê dayîn û bi hinceta parastina koçberan, mudaxeleyî axa Sûriyê bike.

Îşoî Gewriye da zanîn ku Tirkiye zextê li Konseya Ewlekariyê dike, da ku birarek bide û li gorî wê birayarê herêmên sînor ên bi Sûriyê re, dagir bike.

Gewriye bang li hemû hêzên navnetewî kir ku  alîkariya bi hezaran koçberên ku berê xwe dane Efrînê, bikin. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku, dev ji van siyastên xwe yên dagirkirina Sûriyê, berde.

Bi heman mijarî:

Rêxistinên sivîl bang li şermezarkirina komkujiya kurdan kir
Li dijî lojmanên qaymeqamtiyê êriş: Polêsek birîndar bû
‘1 serpel, 14 leşker û polêsên tirk hatin kuştin'
Demirtaş: ‘Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn'
Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!
Etîketan:
Serokê Yekîtiya Suryanî ya Kantona Cizîrê, Îşoi Gewriye, Tirkiya, Sûrî, Kantona Cizîrê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de