10:58 20 Tebax 2017
Zindî
    PAK - Mustafa Ozçelîk

    Serokê PAKê: ‘Dewletê berê kurdan da şer'

    © Foto: Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Mustafa Ozçelik got: ‘' Dewletê dît ku kurd bi rêya xebatên sivîl û siyasî û demokratîk pêşvetir diçin, xwest rê li ber kurdan bigire û berê wan bide şerî. PKKê jî di vir de xeletî kir, rê li ber dewletê xweş kir''

    Omer Faruk Baran

    Amed — Li bajarên kurdan şer û pevçûnên di navber hêzên kurdan û hêzên dewleta tirk de dewam dikin. Ji ber şer û pevçûnan bi sedan sivîl ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin kuştin û bi deh hezaran kurd koçber bûn. Serokê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Mustafa Ozçelik li ser şer û pevçûnan ku dewam dikin ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Ozçelik got: ‘'Bi navê ‘pêvajoya çareserîyê' sê salan danûstandina PKK û dewleta tirk dewam kir. Şer rawestîya bû kuştin tune bû, ev tiştên baş bûn. Lê li ser navê pirsa kurd û Kurdistanê mixabin tiştek çênebûbû. Bes di van sê salan de kurdan xebatên sivîl û siyasî gelek bi pêş ve xistin. Li gor min dewleta tirk ji vê tirsîya û dewletê dît ku kurd bi rêya xebatên sivîl û siyasî û demokratîk pêşvetir diçin, xwest rê li ber kurdan bigire û berê wan bide şerî. PKKê jî di vir de xeletî kir, rê li ber dewletê xweş kir.''

    Ozçelik diyar kir ku şerê li xendeqan tu feyde ji kurdan re neanîye û got: ‘'Realîteya bakurê Kurdistanê ne ew bû ku bajar perçe perçe azad bibin û bêne parastin. Ev rewş li vir tune ye. Li vê derê divê bi rêya siyasî û demokratîk û girseyî û sivîl em xebatên xwe bimeşînin.''

    Ozçelik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew her tim dewleta tirk jî rexne dikin û wiha axivî: ‘'Hin kes dibêjin ku hûn tenê PKKê rexne dikin, ev pêşhukmî ye. Em di daxuyaniyên xwe de her tim dubare dikin. Sebeba pirsa kurd û Kurdistanê siyaseta, yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala ya dewleta tirk e. Em dibêjin PKK jî, şer jî, ev partîyên me jî, bi giştî encama siyaseta şaş a dewleta tirk in''

     

     

    Bi heman mijarî:

    PAK: 'Encama hilbijartinê gazî me dike'
    PAK : Hemû şehîdên azadîye şehîdên Kurdistanê ne
    PSKê û PAK li ser rojeva Kurdistanê civiyan
    PAK bangî kurdan dike ku xwedî li Herêma Kurdistanê derkevin
    PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin
    Etîketan:
    Kurdistan, kurd, devleta tirk, PKK, PAK, Mustafa Ozçelik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de