16:40 23 Tebax 2017
Zindî
    Selma Irmak

    Rêxistinên sivîl bang li şermezarkirina komkujiya kurdan kir

    © Foto: RojNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hevseroka KCDê Selma Irmak diyar kir ku bi beşdariya gelek rêxistinên sivîl sibehê dê biçin Cizîrê û komkujiya li dijî kurdan şermezar bikin.

    Amed — Hewldanên ji bo birîndarên Cizîrê yên bi rojan e agahî ji wan nayê girtin û protestoyên li dijî komkujiya Cizîrê didomin. Nûnerên KCD, DBP, HDP, KESK, DÎSK, TMMOB û gelek rêxistinên sivîl ji bo şermezarkirina komkujî û girtina birîndaran, sibeê diçin Cizîrê.

    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak diyar kir ku gelek rêxistinên sivîl ji bo şermezarkirina komkujiya li dijî kurdan û girtina birîndaran, sibê diçin Cizîrê û bang li tevahiya gelê kurd kir ku ji bo piştgiriyê Cizîrê beşdarî meşê bibe.
    Hat ragihandin ku meşa protestoyî ya dê sibehê saet 09:00an ji ber petrola li sêrêya Amed-Mêrdîn-Êlihê dest pê dike û bi awayekî girseyî ber bi Cizîrê bimeşe.

    Hêjayî gotinê ye ku di van rojên dawîn de hêzên tirk piştî kuştina sivîlan, êdî birîndaran jî qetil dikin; herwiha jinên li nava kolanan qetilkirî bi awayekî tazîkirî teşhîr dikin û wêneyên wan jî li ser medyaya civakî parve dikin.  Heta niha civaka navneteweyî derbarê van sûcên li dijî mirovahiyê de tu mudaxeleyeke berbiçav nedaye destpêkirin ku medyaya kurdî vê bêdengiyê wekî şirîkatiya sûcê li dijî mirovahiyê bi nav dike.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî lojmanên qaymeqamtiyê êriş: Polêsek birîndar bû
    ‘1 serpel, 14 leşker û polêsên tirk hatin kuştin'
    Balafirên şer ên artêşa tirk herêma Gareyê bombebaran dikin
    Demirtaş: ‘Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn'
    Li Kerkûkê êriş: 3 karker hatin kuştin
    Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
    Barzanî û Ebadî li Almanyayê civiyan
    Etîketan:
    şirîkatiya sûcê li dijî mirovahiyê, bêdengî, medyaya kurdî, mudaxeleya berbiçav, sûcên li dijî mirovahiyê, civaka navneteweyî, medyaya civakî, teşhîrkirina jinên tazîkirî yên kurd, jinên li nava kolanan qetilkirî, kuştina sivîlan bi destê hêzên tirk, hêzên tirk, bi awayekî girseyî, meşa protestoyî, girtina birîndaran, şermezarkirina komkujiya li dijî kurdan, protestoyên li dijî komkujiya kurdan, birîndarên Cizîrê, Selma Irmak, Cizîr, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de