21:15 21 Hezîran 2018
Selahattîn Demîrtaş

Demirtaş: ‘Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn'

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di 15. Civata Asayî ya DÎSKê de axivî û got: ‘Rast e, bi şerê çareserî nabe, lê em komkujiyên li Cizîrê, rijandina xwîna gelê kurd qebûl nakin. Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn. Eger polîtîkaye çareseriyê nebe şer nasekine.'

Stenbol - 15. Civata Asayî ya DÎSKê îro li Stenbolê bi tevlêbûna sedan kedkar nûnerên sendîka û saziyên sivîl hat lidarxistin. Herwiha Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî beşdar bûn û axavtin kirin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş axavtina xwe de derbarê komkujiyên li Cizîrê ku dewleta tirk pêk anî, bûyerên dawî û mijarên rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

Selahattîn Demirtaş got: ‘Belê çek û siyaset ligel hev nabin. Ew kesên ku vê ya dibêjin bila li argumanên dewletê binêrin. Bi gotinê şer nasekine.'

Demirtaş derbarê komkujiyên ku hêzên dewleta tirk li Cizîrê pêk anî de bertekên tund nîşan da û got: ‘Eger dawîkirina şidetê, qirkirina gelê kurd be, li Cizîrê komkujîkirin be, em vê yekê qebûl nakin.  Rast e, bi şerê çareserî nabe, lê em komkujiyên li Cizîrê, rijandina xwîna gelê kurd qebûl nakin. Tenê li Silopyayê zêdetirê 500 ciwan beşdarê refên PKKê bûn. Xwedê bizanibe ku çend kes wê ji Cizîrê tevlê bibe. Eger polîtîkayên çareseriyê nebe şer nasekine.'

Demirtaş got: ‘Di encama şerên bi salan e pêk tê de herî kêm 30 hezar kurd hatin kuştin. Bêguman bi sedan polês û leşker jî hatine kuştin. Ege ez bêjim ku, ji ber kuştina leşker û polêsan bi tu awayî ez naêşim, wê demê min mirovahiya xwe winda kiriye. Ez bo leşker û polêsan jî xemhgîn im, lê divê êş û kişandinên gelê kurd jî were dîtin û her kes bibe hevparê her xwemginiyek. Eger ev nebe xwîk û biratî jî nabe.'

Hêjayê gotinê ye ku çend rojên berê MAZLUM-DERê jî derbarê navçeya Silopyayê de raporek eşkere kir û wan jî di rapora xwe de diyar kiribûn ku 508 ciwanên silopyayî di serdema şerên dawî de beşdarê refên PKKê bûne.

Bi heman mijarî:

Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!
Nasnameya 2 cenazeyan diyar bû
Li Colemêrgê êrişa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin
Nûçegîhana DÎHAyê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin
Suleyman Guzel jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
CHP, DÎSK, HDP, Kemal Kılıçdaroglu, Selahattin Demirtaş, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de