21:15 21 Hezîran 2018
PJAK

PJAK: ‘Tirkiyayê 3 gerîlayên me kuştin’

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

PJAKê bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî nasnameyên sê gerîlayên xwe eşkere kirin ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatine bombebarankirin.

Qendîl — Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di destpêka daxuyaniya xwe sersaxî ji malbat, gelê kurd û rêhevalên her sê gerîlayên xwe re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna wan da.

PJAKê bi vê daxuyaniya xwe êrîşa hewayî ya dewleta tirk şermezar kir û wiha got: ‘4ê Sibata 2016an di encama êrîşên hewayî yên balafirên tirk de sê hevalên me şehîd bûn. Hevala me ya bi navê Bêrîvan Hejar endama meclisa partiya me bû û her du hevalên me yên din Şiyar Wan û Hêja Med jî endamên KODARê bûn.’

Li gorî daxuyaniya PJAKê nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Nav: Gulnaz Elîpûr
Nasnav: Bêrîvan Hejar
Cih û roja dayikbûnê: Gundê Cirêser ê Urmiyeyê, 1972
Roja beşdarbûnê: 2007
Peywir: Endama Meclisa PJAKê

Nav: Emrah Turker
Nasnav: Şiyar Wan
Cih û roja dayikbûnê: Wan, 1991
Roja beşdarbûnê: 2007
Peywir: Endamê KODARê

Nav: Ferzad Kerîmî
Nasnav: Hêja Med
Cih û roja dayikbûnê: Silêmanî, 1991
Roja beşdarbûnê: 2014-Merîwan
Peywir: Endamê KODARê

Bi heman mijarî:

Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
Barzanî û Ebadî li Almanyayê civiyan
Esad: ‘Dibe Tirkiye êrişî Sûriyeyê bike'
Medvedev, peyva ‘Dibe şerekî nû yê cihanê derkeve'negotiye
26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!
Davutoglu: ‘Li Kobaniyê şer derket û min pêvajoya çareseriyê betal kir’
Etîketan:
nasnameyên gerîlayan, daxuyaniya fermî ya PJAKê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Ferzad Kerîmî (Hêja Med), Emrah Turker (Şiyar Wan), Gulnaz Elîpûr (Bêrîvan Hejar), Kurdistana Îranê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de