12:14 24 Hezîran 2018
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu

Davutoglu: ‘Li Kobaniyê şer derket û min pêvajoya çareseriyê betal kir’

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Li gorî nûçeya rojnameya Bugunê ya tirkî Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu piştî serdana Laheyê di balafirê de bersiv daye pirsên rojnamegeran û gotiye ku biryara betalkirina pêvajoya çareseriyê piştî destpêka berxwedana Kobaniyê daye.

Enqere – Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu derbarê betalkirina pêvajoya çareseriyê de wiha got: ‘Piştî bûyerên 6-7-8ê Cotmeha 2014an min di hişê xwe de pêvajoya çareseriyê betal kir. Paşê me civînên ewlehiyê li dar xistin û di wan civînan de got: Ji bo betalkirina pêvajoya çareseriyê amade bin. Gava roja wê hat, ez ê ji we re bibêjim; divê heta roja betalkirinê amadekariyên me temam bin, kêmasiyên me tesbît bikin. 23ê Tîrmehê serokomarê me li derve bû û di civîneke ewlehiyê ya digel serfermandarê artêşê de me biryara betalkirina pêvajoya çareseriyê da.’

Rojnameya Ozgur Gundemê jî di analîza xwe ya li ser vê daxuyaniyê de wiha got: ‘PKKê digot ku biryara betalkirina pêvajoya aştiyê, di civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya Cotmeha 2014an de hatiye wergirtin; lê kesî bawer nedikir. Îro Davutoglu li pêşberî rojnamevanên xwe diyar kiriye ku ev biryar di hişê xwe ava kiriye, bi leşkeriyê re nîqaş kiriye û her duyan bi tevahî ev biryar dane.’

Ozgur Gundemê herwiha got: ‘Dema ku berxwedana Kobaniyê bi ser ket, hêviyên Tirkiyayê yên xapandin û têkbirina kurdan şikiya; lewma pêvajoya çareseriyê hate betalkirin. Êdî şerê ku DAIŞê nikaribû Tirkiyayê bi xwe da destpêkirin. Herwiha heta niha Davutoglu digot PKKê pêvajoya çareseriyê rakiriye;lê vê carê îtiraf kiriye ku AKP û MGKê ev biryar dane.’

Bi heman mijarî:

Li Helebê şerê mezin yê dawî hê dest pê nekiriye
Serokê DAIŞê derkete holê
Nasnameya 2 cenazeyan diyar bû
Li Colemêrgê êrişa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin
Hemû pêşbîniyên Pûtîn rast derketin
Nûçegîhana DÎHAyê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin
Suleyman Guzel jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
civîna ewlehiyê, biryara betalkirina pêvajoya çareseriyê, pêvajoya çareseriyê, Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyayê, Ahmet Davutoglu, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de