06:21 24 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Li Helebê şerê mezin yê dawî hê dest pê nekiriye

© AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Stratejîstê leşkerî yê sûriyeyî Turkî El Hasan destnîşan kir ku li bajarê Heleba Sûriyeyê şerê mezin yê dawî dest pê nekiriye.

Navenda Nûçeyan — Stratejîstê leşkerî yê sûriyeyî Turkî El Hasan derbarê rewşa Helebê û şer û pevçûnên Sûriyeyê ji ajansa Spûtnîkê re ragihand, armanca artêşa Sûriyeyê ku bikaribe rojhilatê başûr û rojavayê bakûrê Helebê cihên stratejîk bi dest bixe ku grûbên terorîst têxe dorpêçê.

Li gorî El Hasan, nirxandinên nava Sûriyeyê didin xuyakirin ku hê şerê Helebê yê mezin dest pê nekiriye, lê ev operasyonên ku dibin amadehiyên şerê mezin in.

Dibe piştî Helebê êrişî Reqqayê bikin

Turkî El Hasan di axaftina xwe de got: ‘ Pêşeroja operasyonên derdora Helebê ne diyar e. Li gorî nêrînên min, artêşa Sûriyeyê wê ji qeraxê rojhilatê başûr û piştî rojava hetanî bakûrê sînorê Tirkiyeyê here. Artêşê piştî ku rê, cih û niqteyên leojîstîk û stratejîk bi dest xistin wê vegere Helebê û wêderê dorpêç bike.'

El Hasan di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Artêşa Sûriyeyê piştî ku ev cihên stratejîk bi dest xistin wê berê xwe bide bakûrê Hemayê û ber bi İdlîbê ve operasyona bejayî bi Helebê ve girêdin. Dibe piştî bi dest xistina cihên stratejîk artêşa Sûriyeyê ji bo rizgarkirinê êrişî Reqqayê jî bike.

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê: 'Serokê DAIŞê Ebû Yaser hat kuştin'
Robert Fisk: ‘Sedema aciziya Tirkiyeyê, serkeftinên artêşa Sûriyeyê ne'
Artêşa Sûriyeyê riya El Nusrayê qut kirin
Artêşa Sûriyeyê dîmenên Operasyona 2 gundên bakurê Helebê wêşand
Artêşa Sûriyeyê: 'Serokê rêxistina El Nûsrayê hat kuştin'
Etîketan:
DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Turkî El Hasan, Reqqa, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de