16:29 22 Îlon 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, tîmên taybet

    Li Colemêrgê êrişa polîsan: 3 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Li Colemêrgê ji bo şermezarkirina komkujiya Cizîrê meşek hat lidarxistin, polêsên ku êrişî meşê kirin 3 ciwanan binçav kirin.

    Colemêrg — Rêxistinên DBP û HDPê yên Colemêrgê ji bo komkujiya Cizîrê şermezar bikin li ser Pira Katramas a taxa Karşiyakayê daxuyaniya çapemeniyê dan.

    Tax ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Bajêr ê DBPa Colemêrgê Huseyîn Armut axivî û li hemberî komkujiyan banga têkoşînê kir.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku piştî meşê girseya ku xwest ber bi navenda bajêr ve bimeşe bi guleyên plastîk û ava şid rastî êrîşe polêsan hat. Di dema êrişê de 2 ciwanên ku di rê de dimeşiyan hatin binçavkirin. Ciwanek din ê ku bertek nîyanî binçavkirinê da jî ji rûyê xwe bi guleya plastîk hate birîndar kirin û hate binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Nûçegîhana DÎHAyê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin
    22 malbat ji bo cenazeyan çûn Silopiyê
    Suleyman Guzel jiyana xwe ji dest da
    Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
    Îran hevdîtinên li gel Erebistana Siûdî qebûl nake
    Etîketan:
    DBP, HDP, Huseyîn Armût, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de