01:23 20 Tebax 2017
Zindî
    Selîm Şewqî

    Iraq: 'Em reforma Barzanî nas nakin'

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4801

    Li gorî nûçeya AWÊNEyê, piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara çaksaziyê ragihand Endamê Lijneya Qanûnî ya Parlametoya Iraqê li dijî vê biryarê daxuyaniyek weşandiye.

    Bexda — Endamê Lijneya Qanûnî ya Parlametoya Iraqê Selîm Şewqî diyar kir ku piraniya gelê Kurdistanê û aliyên siyasî li dijî desthilatdariya Barzanî ne; herwiha raportên çapemeniyê Barzanî tohmetbar dikin ku çavkaniyên xwezayî û derhatên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe bi kar tîne.

    Parlamenterê Iraqê yê ji Fraksiyona El Muwatin Selîm Şewqî eşkere kir ku Barzanî ne desthilatdarê reformê ye û 2 sedemên qanûnî hene ku reforma wî pûç dikin.

    Şewqî daxuyand ku li gorî qanûnan muhleta desthilatdariya Barzanî qediyaye û niha ne serokê Herêma Kurdistanê ye; herwiha pêwist e her projeyeke reformê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve bê danîn û Parlamentoya Kurdistanê jî vê biryarê pesend bike.

    Bi heman mijarî:

    Îran hevdîtinên li gel Erebistana Siûdî qebûl nake
    22 malbat ji bo cenazeyan çûn Silopiyê
    Rûsyayê, pergala 20 moşekên Pantsir-S1 yên parastinî şandin Iraqê
    Li Cadeya Îstiklalê ya Stenbolê binayek hilweşiya!
    Artêşa Sûriyeyê: 'Serokê DAIŞê Ebû Yaser hat kuştin'
    HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    projeya reformê, li gorî qanûnan, muhleta desthilatdariya Barzanî, sedemên qanûnî, derhatên Kurdistanê, çavkaniyên xwezayî, raportên çapemeniyê, li dijî desthilatdariya Barzanî, Lijneya Qanûnî ya Parlametoya Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê, Parlametoya Iraqê, Mesûd Barzanî, Selîm Şewqî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de