11:09 17 Tebax 2017
Zindî
    Yaşar Yakiş

    Yaşar Yakiş: ‘Artêşa Tirkiyayê bi kurdan nikare, dê çawa têkeve Sûriyayê’

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 380610

    Wezîrê berê yê Kar û Barên Derve yên Tirkiyayê Yaşar Yakiş derbarê rojeva Tirkiyayê de bi rojnameya Zamanê re axivî û got: ‘Ev 60 roj in, Artêşa tirk nikare taxeke kurdan bi dest bixîne, dê çawa têkeve Sûriyayê?’

    Enqere — Yaşar Yakiş bal kişande ser bêhêziya artêşa tirk a li hemberî kurdan û wiha got: ‘Artêşa Tirkiyayê li deverên biçûçik ên wekî Şirnex, Cizîr û Sûrê ev 70 roj in nikare bigihêje hedefên xwe. Gelo ev artêş bikeve xaka Sûriyayê dê bikeve çi rewşê? Li wê derê Artêşa Rûsyayê ya hezar qatî ji PKKê xurtir heye; herwiha rêxistineke asîmetrîk a mînanî PYDê heye.’

    Derbarê dagirkirina Sûriyayê ji aliyê Tirkiyayê de jî Yakiş wiha got: ‘Gava ku Tirkiya têkeve Sûriyayê ne mumkin e ku bi serkeftî derkeve. Daxwaza Tirkiyayê ya qelaştina erdê Rojava ji aliyê Amerîkayê ve nehat pejirandin. Îro Rûsya aktoreke sereke ye ku pêşeroja Sûriyayê dîzayn dike. Artêşa Rûsyayê naşibihe PKKê ku Tirkiya nikare serderiyê pê re derxe.’

    Ji bo îhtimala şerekî rûsî-tirkî derbarê alîkariya NATOyê de jî Yakiş got: 'Niha balafireke Rûsyayê ji aliyê Tirkiyayê ve hatiye xistin û destê Rûsyayê xurt e û li bendê ye ku bersiveke piştşikên bide Tirkiyayê. Herwiha gava Tirkiya bikeve Sûriyayê wê zû jê derkeve û dibe ku Îskenderûnê jî bide xwediyan. Herwiha Tirkiyayê bi xistina balafirê ketiye rewşa êrişkaran û NATO nikare alîkariya Tirkiyayê bike, ji ber ku 5an a vê rêxistinê destûrê nade.’

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Divê em PYDê jî têxin nava hisaban'
    Erebistana Siûdî dîsa got: ‘Em leşkeran dişînin Sûriyeyê'
    Şîşaniyê ku hatibû kuştin niha jî li Libyayê hat dîtin
    Medvedev: ‘Şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê, mijarê tev li hev dike'
    2 qemyon û wesayîteke kar ya şaredariya Sancaktepeyê hatin şewitandin
    50 kesên dîl ji destê DAIŞê reviyan
    CIA: ‘DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn'
    Etîketan:
    bersiva piştşikên, îhtimala şerê rûsî-tirkî, aktorê sereke ya pêşeroja Sûriyayê, qelaştina erdê Rojava, rêxistina asîmetrîk, Artêşa Tirkiyayê, bêhêziya artêşa tirk a li hemberî kurdan, Artêşa Tirkiyayê, Artêşa Rûsyayê, Yaşar Yakiş, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de