06:24 24 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Erebistana Siûdî

Erebistana Siûdî dîsa got: ‘Em leşkeran dişînin Sûriyeyê'

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Erebistana Siûdiyê diyarkir ku Riyazê biryara xwe ya dawî daye ku leşkerên xwe ji bo operasyona bejahî bişînin Sûriyeyê.

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Artêşa Erebistana Siûdiyê general Ehmed El-Esîrî duh 11ê Sibatê derbarê mijara şandina leşkeran ji bo Sûriyê de ragihand, wan li ser wê yekê biryara xwe ya dawî dane û ew dê leşkerên xwe bişînin Sûriyeyê.

Ehmed El-Esîrî got: ‘Ev biryara me yê dawiye û em poşman nabin.'

Berdevkê Artêşa Erebistanê eşkere kir ku ew niha tenê wê yekê radigihînin ku dê hêzên xwe ji bo bilezkirina pêvajoya têkbirina DAIŞê bişînin Sûriyeyê û tekez kir, li ser hûrgiliyên opersyonan ew bi dizanin, Washington bersiva wan pirssan bide û derbarê wê mijarê de agahiyên bêtir dê pêşkêş bikin

Erebistana Siûdiyê vê hefteyê ragihand, ku amade ye ji bo operasyonên bejayî leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê û piştre her du welatên Behrêyn û Îmratê jî piştgîrî dan wê helwesta Erebistanê û ragihandin, ku ew jî amade ne hêzên xwe bişînin Sûriyeyê.

Ragihandina wê helwesta Erebistanê rastî nerazîbûneke tund a Îran û Rûsya hatiye.

Herwiha Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev jî duh derbarê şandina hêzên biyaniya ji bo Sûriyeyê hişyarî da û ragihand ku pêngavên bi wî awayî dê bibin sedema derketina şerekî cîhanî.

Bi heman mijarî:

CIA: ‘DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn'
YNKê piştgiriya referanduma Kurdistanê kir
Medvedev hişyarî da: Dibe ku şerê cîhanê biqewime
SÛRİYE - Ciwanekî kurd hat îdam kirin
TEVDEM: 'Amerîkayê bi awayekî fermî em naskirin'
Etîketan:
şerekî cîhanî, operasyona bejahî, DAIŞ, leşker, Artêşa Erebistana Siûdî, Ehmed El-Esîrî, Behrêyn, Îran, Rûsya, Sûriye, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de