04:52 22 Hezîran 2018
Wesayît şewitîn

2 qemyon û wesayîteke kar ya şaredariya Sancaktepeyê hatin şewitandin

© Foto : AA/ Ayhan Mehmet
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Sancaktepeya bajarê Stenbolê wesayîteke kar a Şaredariya Sancaktepeyê û 2 qemyon hatin şewitandin.

Stenbol - Li Sancaktepeya bajarê Stenbolê, duhî bi şev bûyerên li Cizîrê hat protestokirin. Çalakvan li taxa Emekê daketin kolanan û di nava çalakvan û polêsan de gengeşî derket. Çalakvana li nava kolanan bend danîn li hemberî polêsan û maşîneke kar a Şaredariya Sancaktepeyê tevî 2 qemyonan şewitandin.

Li Kartal, taxa Kanarya ya Kuçukçekmece, taxa Gazî ya Sûltangazî, taxên Haciahmet û Tarlabaşi yên Beyoglûyê, duhî bi şev çalakiyên protestoyî hebûn. Ji ber êrîşa polêsan li van deran şer derket.

Piştî ku polêsan xwe ji taxan vekişandin, çalakvanan dawî bi çalakiya xwe anîn.

Bi heman mijarî:

Şevê din li bajarê Stenbolê 7 wesayît hatin şewitandin
Li Moskovayê di febrîqeya dirûnê de şewat: 12 mirî
Li oteleke Maltepeyê şewat: 25 kes hatin xelaskirin
Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e
Li Mêrdînê wesayît pêl mirovan kir: 4 mirî
Etîketan:
Polêsên Tirkiyeyê, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de