19:45 24 Hezîran 2018
Nesrîn Abdullah

Fermandara YPJê: ‘DAIŞ, artêşa miriyên zindî ye'

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandara YPJê Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku yek daxwaza terorîstên DAIŞê heye ew jî dema ku bimrin herin bihiştê.

Navenda Nûçeyan — Fermandara YPJê Nesrîn Abdullah di hevpeyvîna xwe ya digel ajansa Spûtnîkê re behsa YPJ, şerê Rojava û DAIŞê kir û got: ‘Mijara herî girîng tunekirina destê li pişt rexistina terorîst ya DAIŞê ye.

Di devê kuştiyên DAIŞê de kevçî û mifte hebûn

Abdullah di axaftina xwe de got: ‘ Di serî de pêşî vê bêjim, tu eleqeya vê rêxistinê bi misilmantî û Îslamê tuneye. Du taybetiyên DAIŞê hene, ya pêşî dîn bi kar tîne û ya duyem jî mirovan ditirsîne. Di pevçûnên me yên pêşî ku bi DAIŞê re dikir, di devê milîtanên wan de em rastî kevçî û mifteyan dihatin û dema me ev ji milîtanên dîl pirsî gotin mifte ji bo deriyê bihiştê ye û kevçî jî ji bo xwarin xwarina Cenabê Mûhammed e.'

Bi fetwayekê pirsgirêka bihiştê çareser kirin

Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Dema ku me bi bêtêlê li wan guhdar dikir, di nava xwe de diaxivîn û digotin, heke em ji terefê jinan werin kuştin em naçin bihiştê. Di nava YPJê û DAIŞê gelek şerê rû bir û çêbûn. Ji bo vê jî ev baweriya xwe guherandin. Divê em vê bêjin ku DAIŞ arteşeke ku ji miriyên zindî pêk tê. Ji bo ku tu planeke wan ya jiyanê tuneye. Hemû plana wan werin kuştin û herin bihiştê. Yanî kesên ku armanca wan kuştin û çûna bihiştê be dê çawa werin tunekirin?

Bi heman mijarî:

Fermandara YPJ Şengalê jiyana xwe ji dest da
YGP û YPJ di nava Hêzên Demokratîk ên Sûrî de ne
YPG û YPJ: 15 El Nusra li Helebê hatin kuştin
YPJ “Asayişa Jinan” li Şingalê dadimezrîne
YPG: 'Piştî operasyonê cihê stratejîk hate rizgarkirin'
Etîketan:
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), DAIŞ, Nesrîn Abdulah, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de