04:24 16 Kanûn 2017
Zindî
    Konferansa Partiyên Kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî: ‘Bila şer ji nav bajaran derkeve'

    © Sputnik/ O.F Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Konferansa 6 partiyên Kurdistanî ji bo şer û pevçûnên li bajarên kurdan bên rawestandin û mafên gelê kurd bên dayîn li Amedê Konferansa bi navê ‘Konferansa bidawîanîna şer li Kurdistanê û Perspektîfên Çareseriyê yên Siyasî' li darxistin.

    Navenda Nûçeyan — Di rûniştina yekem de beşdar û axaftvan li ser pirsa kurd rawestiyan. Herwiha beşdarên konferansê dixwazin destpêkê şerê çekdarî yê li Tirkiyeyê bidawî bibe û du re jî gelê kurd weke milletekê bê nasîn.

    Ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên Partiya Pêşverû jî beşdar bûn. Herwiha videoya dawî ya Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di êrişeke çekdarî de li ber Mînareya Çarling hatibû kuştin hat nîşandan.

    Di Konferansê de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî hat kirin ku şerê çekdarî ji nava bajaran bê dûrxistin. Herwiha rexne li perspektîfa HDPê ya Tirkiyeyîbûnê jî hat girtin û li şuna vê yekê hate xwestin ku kurd weke milletekî cîhanê bigihe mafên xwe yên kurd û Kurdistanî. Konferans dê sibe jî berdewam bike.

    Li Tirkiyeyê, şer û pevçûn li ser hemû aliyên jiyanê bandorên neyînî dike. Loma 6 partî û rêxistinên Kurdistanî; Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Demokratîk a Kurdistan —Bakur PDK-Bakûr, Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP, Hereketa Azadî û PAK-Kurd, Konferansek bi navê "Konferansa Bidawîanîna Şer Li Kurdistanê û Perspektîfên Siyasî Yên Çareseriyê' li darbixin.

    Bi heman mijarî:

    Meha borî 134 kurd di riya koçberiyê de xeniqîne
    Li Cizîrê heya niha 17 birîndar hatine kuştin
    Leşkerên tirk 2 kurdên Rojava kuştin
    Di şer û pevçûnên Sûrê de 8 leşker hatin kuştin
    51 çalekvanên Nisêbînê serbest hatin berdan
    Etîketan:
    mafên kurdan, bajarên kurdan, şer, PKK, konferans, Partiyên Kurdistanî, Tahir Elçi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de