06:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Êriş - operasyon - şer - komkujî

    Li Cizîrê heya niha 17 birîndar hatine kuştin

    © Foto: Ozgur Gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Birîndarên ku ev 15 roj in li jêrzemîna avahiyeke ya li Cizîrê asê man e û ev 7 roj in têkilî bi wan re qut bûye. Li jêrzemîna avahiyekê din de jî ji ber topbarana hêzên dewleta tirk de 9 birîndarên ku li diman jiyanên xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Cizîrê ya Şirnex, dorpêç û êrişên hêzên tirk dewam dikin. Li taxa Cûdiyê ya Cizîrê di jêrzemînê de welatiyên kulê asê mabûn ji wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha duh ji ber topbarana hêzên dewleta tirk de welatiyên sivîl ku di malekê de asê mabûn de ji ber avêtina topê şewat derketibû û 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

    Duh danê êvarê zarokê bi navê Abdullah Gun ê 16e salî, xwest ku derkeve derveyî avahiyê û li derdorê binêre, bi guleya hêzên dewleta tirk hat kuştin. Di nava du rojan de 10 kesan li vê avahiya duyemîn a jêrzemîn, ji ber êrîşên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dane. Zarok jî di nav de 27 birîndar li avahiyê ne û hat ragihandin ku dest û rûyên wan ji ber agirê bi avahiyê ket, şewitiye.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên Tirkiyayê Qendîlê bombebaran dikin
    Li Sûrê şer: 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
    Li Şirnexê şer: Kuştî û birîndar hene!
    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    Li Cizîrê şer: Tîmekî taybet hate kuştin!
    Etîketan:
    Şirnex, Cizîr, kuştin, jêrzemîna avahiyê, birîndar, pevçûn, şer, Abdullah Gun, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de