05:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Xalid Ezîzî

    PDKa Rojhilat, 16emîn kongreya xwe pêk anî

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    16emîn kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Rojhilat) dest pê kir. Kongre dê sekreterekî nû ji partiyê re hilbijêre.

    Navenda Nûçeyan — Îro li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê, 16emîn kongreya PDKa Rojhilat dest pê kir. Kongre bi axaftina Sekreterê PDKê Xalid Ezîzî dest pê kir.

    Yek ji mijarên girîng ên kongreya PDKê, hevgirtina PDK û PDKÎyê ye. Delege dê li ser wê mijarê gotûbêj bikin û hinek biryar bidin.

    Di kongreya îro de wê sekreterê partiyê were guhertin çimkî li gorî qanûnên PDKê, nabe sekreter ji du caran zêdetir li ser kursiya sekreteriyê rûnê. Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin kesekî din li şûna sekreterê niha yê PDKê Xalid Ezîzî were hilbijartin.

    PDK, sala 2006ê ji PDKÎ veqetiya. Piştî ku PDK hat damezirandin, di heyama 6 salan de ti pêwendiyeke wê bi PDKÎ re çênebû. Yekemîn civîna wan partiyên Rojhilatî havîna sala 2012ê bi navcîtiya Fransa û li Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê hat kirin. Ji wê demê ve heta niha wan partiyan gelek caran hewl dane hev bigirin lê heta niha hewlên wan bê encam mane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    Naveroka civîna PDK û PDKÎ
    Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
    Etîketan:
    Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Xalid Ezîzî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de