20:08 14 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamenterên HDP

    HDP: ‘Heya encam neyên standin bertekên me dê dewam bikin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Rêvebirê Koma HDPê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê birîndarin ku li Cizîrê di jêrzemîna malak de asê mane daxuyaniyek nivîskî weşand.

    Navenda Nûçeyan — Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe diyarkir ku divê birîndar û kesên ku jijana xwe ji dest danê demildest bên rakirin nexweşxaneyan em peywira Hikûmetê bi bîr dixin û heya encam neyên standin dê bertekên meyên demokratîk dewam bikin.

    Daxuyaniya ku ji aliyê HDPê ve hat dayîn wiha ye:

    Li Cizîra Şirnexe piştî êrişên tîmên taybet, di jêrzemîna avahiyekê de gelek welatî asê manê û heya niha 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek welatiyên birîndar jî li benda xilaskirinê ne. Em wek parlamenterên HDP dixwazin ku ev hovîtiya jêrzemînê bi dawî bibe û welatiyên sîvîl demildest bên rakirin nexweşxaneyan. Heta ev yek bicih neye emê bertekên xwe yên demokratik bidomînin.

    Wekê ku hûn jî dizanin parlamenterên me ji bo wê yekê dest bi gireva birçîbûnê kirine û gireva wan ket roja 12an. Em peywira Hikûmetê bi bîr dixin û heya encam neyên standin dê berdekame ya demokratîk dewam bikin. Em bi rayegiştire parve dikin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Etîketan:
    birîndar, Cizîr, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de