23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Di du hefteyên dawî de, 26 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin

    © AFP 2017/ Atta Kenare
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat ragihandin ku di du hefteyên dawî de 26 leşkerên îranî li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyên ajansên fermî û nîvfermî yên Îranê, di du hefteyên dawî de 26 leşkerên îranî di şer û pevçûnên Helebê de hatin kuştin. Herî dawî yek ji Fermandarê Mihafizên Şoreşê General Muhsîn Kacariyan hatibû kuştin.

    Ji xeyrî Kacariyanê ku wekî fermandarê tuxaya Îmam Riza dihat naskirin û roja çarşemê li Helebê hatibû kuştin, kesên wekî mîralay Safdar Heyderî jî di nava kuştiyan de hebûn.

    Navê leşkerên îranî ku di du hefteyên dawî de hatine kuştin lê rutbeyên nehatine eşkerekirin bi vî awayî ne; Elî Riza Giyasî, Elî Huseyîn Kahkeş, Ehmed Rizayî, Ehmed İlyasî, Ehmed Emced, Hemîd Kuçekzade, Hebîb Rahîmî Meneş, Fîrûz Hamîdîzade, Elî Riza Hecîvend, Mistafa Xelîlî, Elî Ekber Erebî, Riza Adilî, Mahmûd Murad İskenderî, David Nerimîsa, Cewad Mihemedî, Hicetullah Baqirî, Servan Rizayî, Seyîd Elîzade, Huseyîn Serac, Hesen Rezaqî, Mirteza Turabî Kemal, Mihemed Îbrahîm Tevfîkiyan, Mecîd Nanawer û Secad Ruşenzade ne.

    Li Sûriyeyê ev 5 sal in şerê navxweyî heye û leşkerên Îranê bi artêşa Sûriyeyê re li dijî mixalifan şer dike. Rêvebiriya Tehranê, heta niha di şer û operasyonên Sûriyeyê de gelek leşkerên ku general jî di nav de winda kirin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê dîmenê 10 leşkerên Amerîkayê ku binçav kiri bûn weşand
    Li Herêma Kurdistanê bi bombeyan êrişî leşkerên Îranê kirin
    7 leşkerên din ên Îranê di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin
    Li gorî Amerîkayê çend hezar leşkerên Îranê li Sûriyeyê û Iraqê şer dikin?
    Etîketan:
    Grûbên Mixalif, Artêşa Îranê, Muhsîn Kacariyan, Safdar Heyderî, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de