08:55 20 Hezîran 2018
Konferansa Amedê

Civîna 6 Partiyên Kurdistanî li Amedê dest pê kir

© Foto : basnews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

6 partiyên siyasî yên Kurdistanî li ser rewşa şer û pevçûnên bajarên kurdan civîneke hevpar li dar dixin.

Amed — Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur, Partiya Azadî û Soyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Kurdistanî (PAKURD), îro li bajarê Amedê civîneke hevpar bi navê "Konferansa Bidawîanîna Şer li Kurdistanê û Perspektîfên Siyasî yên Çareseriyê" li dar xistin.

Civîn dê 2 rojan bidome û partiyên han dê li ser çawaniya çareserkirina aloziya li bajarên kurdan û destpêkirina diyalogê di navbera dewlet û kurdan de gotûbêj bikin.

Akademîsyen Fahriye Adasayi di civînê de axaftinek kir û got, ‘Divê êdî bi hişmendiyek nû li bûyeran binêrin û mijara veqetandin yan yekbûna kurdan û tirkan were axaftin.'

Prof. Dr. Bîlal Sambûr jî di civînê de ragihand, destpêkê divê li ser vê yekê lihevkirin hebe ku gelo li Tirkiyê pirsgirêk bi navê kurd heye yan na.

Li gorî wî akademîsyenî, ji ber nebûna nêrînek hevbeş li ser pirsgirêka kurd, di heyama 100 salên borî de tu pêşketinek di çareserkirina vê pirsgirêkê de çênebûye.

Piştî konferans bi dawî bibe dê nexşerêyek pêşkêşî dewlet û aliyên kurdî were kirin.

Bi heman mijarî:

Partiyên Kurdistanî, ji bo çareseriyê konferansekê li dar dixin
Partiyên Kurdistanî li Amedê konferansekê li dar dixin
Partiyên Kurdistanî banga yekdengiyê li HDPê kirin
Partiyên Kurdistanî: ‘Em ê rewşa kurdan bibin Neteweyên Yekbûyî’
Partiyên Kurdistanî ketin reya Qendîl û Hewlêr ê
Partiyên Kurdistanî ji bo dawiyê li aloziyan bînin dicivin
Etîketan:
HEREKETA AZADÎ, Partiya Azadî û Soyalîzmê (OSP), PDK-Bakur, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Fahriye Adasayi, Bîlal Sambûr, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de