05:29 21 Hezîran 2018
Şer û pevçûn

Di şer û pevçûnên Sûrê de 8 leşker hatin kuştin

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Danê vê sibehê li Sûrê teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, ji duhî û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Amed - Danê vê sibehê li Sûrê teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, ji duhî û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa ANFê ku ragihand, di şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiye û Yekîneyên Parastina Sivîl yên danê vê sibehê de li Sûrê teqînên dijwar qewimîn û ji duhî û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Hêzên dewletê yên duhî bi çekên giran êrîşî navçeyê kirin, ji danê vê sibehê û vir ve topan li 6 taxan dibarînin.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê li derdora Mizgefta Kurşunlu û taxa Hasirli şerekî dijwar qewimî. Ji duhî û vir ve di vî şerî de herî kêm 8 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmî, gelek ambûlans ji navçeya Sûrê derketine û çûne Nexweşxaneya Leşkerî.

Bi heman mijarî:

Raporta MAZLUMDERê: ‘50 hezar kesên sivîl Sûr terikandin û çûn’
Davutoglu: Dê Sûr, bibe wekî Toledo'
SÛR - ‘Di şerên duh de 17 leşker û polês hatin kuştin'
KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran
Etîketan:
Yekineyên Parastina Sivîl (YPS), Artêşa Tirkiyeyê, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de