02:53 22 Hezîran 2018
Lîwaya Bedir

Amerîka dixwaze milîsên şie û Heşda Şebî fesx bike

© Foto: facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Di heyama çend rojên borî de hat gotin ku Amerîka ji rayedarên Iraqê re gotiye, Heşda Şebî û milîsên şîe yên girêdayî hikûmetê ji hev belav bikin ji ber wê jî Bexdayê ew hêz ji hev belav kiriye.

Muqteda Sedr
© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Navenda Nûçeyan - Berdevkê milîsên şîe yên Iraqê, ku wekî ‘Heşda Şebî' artêşa gel tên binavkirin ragihand, Heşda Şebî nehatiye fesixkirin û dê bimîne.

Lê berdevkê Heşda Şebî Kerîm Nûrî li ser vê yekê got, tiştekî wisa tune û ewên ku dibêjin Heşda Şebî ji hev belav bûye rast nabêjin.

Kerîm Nûrî li ser daxwaziyên Amerîka ji bo nehiştina Heşda Şebî û tevlînekirina wê hêzê di operasyonên li deverên sunî yên Iraqê de jî got: ‘Amerîka nikare bêyî Pêşmerge û Heşda Şebî, bostek ji xaka Iraqê jî rizgar bike. Dema Mûsil ket Amerîka li kuderê bû?

Heta niha gelek caran, saziyên mafên mirov ên navdewletî, Heşda Şebî bi binpêkirina mafên mirov tohmetbar kirine û Amerîka jî gelek caran ji Iraqê xwestiye milîsên şîe tevlî operasyonên li dijî DAIŞê nebin.

Ji ber guvaşên Amerîka, artêşa Iraqê rê neda milîsên şîe tevlî operasyona bajarê Rumadî bibin.

Bi heman mijarî:

Hikumeta Iraqê çekdarên Heşda Şebî li Kerkûkê bi cih dike
Muqteda Sedr Heşda Şebî hişyar kir
Amerîkayê Heşda Şeibî bombebaran kir
Sedr, gef li Nûrî Malikî û Heşda Şebî xwarin
XURMATÛ - Heşda Şeibî vê carê jî rêvebirê dibistanê revand
Etîketan:
Hêza Pêşmerge, Heşda Şebî, Milîsên Şie, Kerîm El Nûrî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de