15:11 25 Hezîran 2018
Polês, serdegirtin, tîmên taybet

Hevserokê DBPê yê Elbakê u 4 kesên din hatin girtin

© REUTERS / Sertac Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li navçeya Elbakê ya Wanê di saetên sibehê de tîmên taybet bi ser malan de girtin û Hevserokê Navçeyê yê DBPê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak binçavkirin. Sedema binçavkirina Yeşîlirmak nehat zanîn.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Elbakê ya Wanê di saetên sibehê de tîmên taybet bi ser malan de girtin û Hevserokê Navçeyê yê DBPê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak binçavkirin. Sedema binçavkirina Yeşîlirmak nehat zanîn.

Li Erzirom û Giyadînê jî 4 kes hatin girtin

Li Erziromê 3 rêvebir û endamên ÎHDê bi îddiaya ‘endamê rêxistinê ne' û ‘propagandaya rêxistinê' kirine, li Giyadînê jî welatiyê bi navê Latîf Polat bi îddiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye' hatin girtin

Li Erziromê 3 rêvebir û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatin girtin. Endamê Lijneya Rêvebir a Şaxa ÎHD'ê yê Erziromê Erdal Ozakçîl û endamên ÎHD'ê Yavuz Karabudak, Hamît Ateş û welatiyê bi navê Cemîl Kuş ên ku hatibûn binçavkirin, piştî karên li Miduriyeta Emniyetê ya Erziromê, sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Binçavkirin
© REUTERS / Suzanne Plunkett
Li dozgeriyê, ji 4 kesan Cemîl Kuş bi şertê ‘kontrola edlî' serbest hate berdan, 3 endamên ÎHD'ê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ozakçîl, Karabudak û Ateş bi îddiaya ku ‘endamê rêxistinê ne' û ‘propagandaya rêxistinê kirine' hatin girtin. Her 3 kes birin Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Dêrikê 2 kes hatin girtin
Li Geverê 2 kes hatin girtin
Nûçegîhanê DÎHAyê Nûrî Akman hate girtin
Li Edeneyê 3 ji wan zarok 5 kes hatin girtin
Li Dêrsimê 8 kes hatin girtin
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yavuz Karabudak, Erdal Ozakçîl, Senar Yeşîlirmak, Erzirom, Wan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de