18:58 21 Hezîran 2018
Alaya HDP

HDP: ‘Mafê Kurdan heye çarenivîsa xwe diyar bikin'

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser referanduma Herêma Kurdistanê got: ‘Mafê Kurdan heye li rojhilata navîn çarenivîsa xwe diyar bikin.'

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser referanduma Herêma Kurdistanê ku Barzanî bang kiribû, got: ‘Mafê Kurdan heye li rojhilata navîn çarenivîsa xwe diyar bikin.'

Hikumeta AKPê di têkiliyan de dereng ket

Bîlgen daxuyaniyel da K24ê û got: ‘Pêşî divê em amaje bi vê yekê bikin ku ew têkiliyên Tirkiyê digel Herêma Kurdistanê danîne gelek derengmayî ne, divê hê zûtir ev pêwendî bihata danîn. Demeke dirêj, nêzikê 6,7 salan ku ew jî dike nîvê heyama desthilatdariya AKPê, politikaya Iraqê ya fermî hat meşandin. Ya rast ev têkiliya niha jî em difikirin ku bi stratejiyekê wiha hatiye danîn ku Kurdan bînin li hemberî hev du.'

Divê kurd bikaribin kaneyên xwe jî bi kar bînin

Ayhan Bîlgen di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Helbet li rojhilata navîn, ji bikaranîna çavkaniyên xwe bigire heta diyarkirina çarenivîsa xwe ya bo pêşerojê û mîsogerkirina statûya xwe ya hiqûqî divê mafê Kurdan yê biryardayînê hebe û divê ev maf ji bo hemû parçeyan bi awayekî hevgirtî were parastin.'

 

 

Bi heman mijarî:

HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
Joe Biden bi parlamenterên HDP, CHP û AKPê re civiya
HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
HDP daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl kir
Etîketan:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mesûd Barzanî, Ayhan Bîlgen, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de