10:54 20 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    YPG ji operasyona Cerablusê re amade dibe

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 92631

    Li gorî nûçeya Rûdawê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo rizgarkirina Cerablusê xwe operasyoneke berfireh re amade kirine.

    Navenda Nûçeyan – Her wekî tê zanîn hêzên HSDê û YPGê beriya çend rojan Bendava Teşrînê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin, derbasî aliyê din ê çemê Firatê bûn û li wê derê bi rizgarkirina çend gundan hêza xwe xurt kirin. Herwiha piştî rizgarkirina Bendava Teşrînê tehdîdên Tirkiyayê jî zêde bûn û çend caran êriş bir ser çeperên YPGê.

    Îro Wezareta Parastinê ya Fransayê ragihand ku balafirên xwe yên şer şandine ser bajarê Minbicê û navendeke perwerdehiya leşkerî ya DAIŞê û ev navend digel terorîstan bi tevahî îmha kirine.

    Ev êrişa fransî wekî amadekirina riya Cerablusê hate şîrovekirin ku demeke dirêj e HSD û YPG dixwazin Cerablusê ji destê terorîstan derxin û têkiliya wan a bi Tirkiyayê re bi tevahî bibirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Amerîka û Rûsyayê çend caran daxwaz ji Tirkiyê kir ku sînorê xwe yê bi Sûriyê re kontrol bike û rê nede ku DAIŞê ku derbasî nav axa Sûriyê bibe. Piştî van daxuyaniyên civaka navneteweyî, hêzên hevalbend ên YPGê û HSDê li çend deverên bakurê Helebê û derdora bajarên Minbic, Bab û Ezazê çend gund û cihên giring ji destê DAIŞê, Eniya El Nusra û Ehrar El Şamê derxistibûn û bi awayeke rasterast li aliyê rojavayê çemê Firatê dest bi operasyonan kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    DIHOK - Balafirên şer ên Tirkiyê kampên PKKê bomberan dikin
    BILEZ - Kekê mam Celal Talebanî wefat kir
    Li Serêkaniyê mayina DAIŞê teqiya û zarokê 10 salî kuşt
    ‘Tirkiya tirkmenan bi kar tîne û pêwendiyên xwe yên digel DAIŞê vedişêre’
    Şandeya almanî û kurdistanî civiyan
    Li Cîhanê hejmara leşkerên peretî gelek zêde bûne
    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'
    Yakûtîstan xelata Oskarê dide Leonardo DiCaprio
    Etîketan:
    civaka navneteweyî, navenda perwerdehiya leşkerî ya DAIŞê, rizgarkirina Bendava Teşrînê, amadekariyên leşkerî û lojîstîk, operasyona rizgarkirina Cerablusê, Cerablus, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de