05:04 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên tirkmen

    ‘Tirkiya tirkmenan bi kar tîne û pêwendiyên xwe yên digel DAIŞê vedişêre’

    © Foto: AA/ Ali Al Hafawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7922

    Li gorî nûçeya RIA Novostiyê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê (KAFKASSAM) Dr. Hasan Oktay diyar kir ku AKP tirkmenên Sûriyayê ji bo veşartina pêwendiyên xwe yên digel DAIŞê bi kar tîne.

    Enqere – Serokê KAFKASSAMê Dr. Hasan Oktay diyar kir ku Tirkiyayê bi hevalbendên xwe yên di nava NATOyê de xapiyaye û ketiye nava şerê Sûriyayê.

    Oktay daxuyand ku piştî belavbûna dîmenên TIRên MITê, AKPê gotina xwe guherandiye û gotiye ku ev alîkarî ji bo tirkmenên Sûriyayê bûye; lê di rastiye de xwestiye ku pêwendiyên xwe yên digel DAIŞê veşêre; lewre çapemeniya wê hertim mijara tirkmenan derxistiye pêş.

    Derbarê şervanên tirk ên DAIŞê de jî wiha Serokê KAFKASSAMê got: ‘Di nava refên terorîstan de gelek tirk hene û hejmara wan a rastîn nayê zanîn. Herwiha di bernameya neteweperestên tirk de şerê çekdarî tuneye; lê  hinek ciwanên tirk bi propagandaya tirkmenan beşdarî şerê li Sûriyayê dibin. Pêwendiya kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik û kevneendamê MHPê Ibrahîm Kuçuk bi MHPê re nîn e.’

    Bi heman mijarî:

    Şandeya almanî û kurdistanî civiyan
    Li Cîhanê hejmara leşkerên peretî gelek zêde bûne
    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'
    Yakûtîstan xelata Oskarê dide Leonardo DiCaprio
    STENBOL - Li dijî wesayîta polêsan êriş
    Li Stenbolê bi 15 hezar polêsan operasyon!
    Etîketan:
    kujerê pîlotê rûsî, propagandaya tirkmenan, ciwanên tirk, şerê çekdarî, bernameya neteweperestên tirk, TIRên MITê, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê (KAFKASSAM), Dr. Hasan Oktay, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de