03:43 21 Tebax 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 77601

    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di gotara xwe ya îro de derbarê şer û bûyerên dawî, Mutabaqata Dolmabahçeyê û daxuyaniyên Bulent Arinç de nirxandinên xwe anî ziman.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di gotara xwe ya îro ku di rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin de derbarê mijarên rojevê de nirxandinan kir.

    Cemîl Bayik derbarê hevdîtinên li Osloyê û Mutabaqata Dolmabahçeyê de got: ‘Gotinên Erdogan ên dibêje; haya min ji Mutabaqata Dolmabahçeyê tune bû, piştrast dike ka derewînên çawa ne. Em careke din destnîşan bikin; ji hemû hevdîtinên li Îmraliyê, ji hemû hevdîtinên li Osloyê agahdariya Tayyîp Erdogan hebû. Hemû hevdîtin bi ferman, perspektîf û erêkirina Erdogan pêk hatin. Di van mijaran de Erdogan rojane, carnan jî serê saetê hat agahdarkirin. Di Mutabaqata Dolmabahçeyê de jî agahî û hakîmiyeta Tayyîp Erdogan ji ya Davûtoglû bêhtir hebû.'

    Bayik derbarê gotinên Bulent Arinç de jî axivî û got: ‘Bulent Arinç tenê ya malûm, ya tê zanîn îlan kir. Berdevkê AKPê Bulent Arinç ku hevdîtinên Îmraliyê ji nêz ve dişopandin bêguman rast dibêje. Tayyip Erdogan û hikûmetê mutabaqateke bi vî rengî beriya hilbijartinê li gorî berjewendiyên xwe didîtin; lê dema ku ji saziyên dewletê yên hevkariya Erdogan dikin nerazîbûn hat, ev mutabaqat mîna ku tune ye hat hesibandin û hikûmet lê xwedî derneket.'

    Cemîl Bayik di dawîya nivîsa xwe de got: ‘Ewqasî derewîn û şerkerên kirêt in. Ji ber vê yekê di serî de medyaya hawizê li Tirkiyeyê nûçeyên ku televîzyon û rojname radigihînin divê kes bi wan bawer nabe. Ji bo berxwedana gelê kurd xerab nîşan bidin rojane çend nûçeyan çêdikin. Bi vê yekê re dixwazin rûyê xwe yê kirêt veşêrin.'

    Bi heman mijarî:

    Cemîl Bayik: Yê ku têk çûye ne PYD ye, civîna li Cenevreyê yê!
    Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin
    Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
    Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
    Bayik: ‘Wê şer gurtir bibe'
    Etîketan:
    KCK, AKP, Bulent Arinç, Recep Tayyip Erdogan, Cemîl Bayik, Oslo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de