06:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Parlamentoya Ewropayê qirkirina Kurdên Êzidî nas kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 156021

    Parlamentoya Ewropayê derbarê qirkirina Êzidiyan ku ji hela DAIŞê ve hat kirin de biryar da û bi yekîtiya dengen qirkirinê nas kir.

    Swêd - Bi biryara parlamentoya Strasboûrgê de hat qebûlkirin ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî Xrîstiyan, Êzîdî û cudahiyên din ên olî û etnîkî qirkirinek çêbûye.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê de bi biryarê de ‘sûcê li hember mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan ên di asta sûcê şer de bi awayekî tund' hat şermezarkirin.

    Parlamenterên Ewropayî, her wiha, bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi armanca nasîna êrişan wek qirkirinê ve tedbîrên pêwîst bigire.

    Di biryarê de ji Yekîtiya Ewropa hat xwestin ku têkîldarî azadiya ol û wijdanê nûnertiyek taybet a mayînde bê damezirandin.

    Parlamenterê Swêdî yê ji koma PPE Lars Adaktûsson derbarê mijarê de got: ‘Biryarek dîrokî ye. Hilbijartiyên 28 welatan ên zêdetirî 500 mîlyon kesî temsîl dikin, peyamek aşkera da dewletên endam, Komîsyona Ewropa û civaka navneteweyî.'

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê şer: Tîmekî taybet hate kuştin!
    Ji Demirtaş bangewaziya ji bo çalakiyan!
    Li Stenbolê teqîn: Birîndar hene!
    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Netewên Yekbûyî wê heyetek bişîne Cizîrê
    Etîketan:
    PE, Lars Adaktûsson, Strasbourg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de