21:38 19 Tebax 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên Sûra Amedê bûn sedema koçberiyê

    Bajarên kurdan koç dikin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) diyarkir ku li Tirkiyeyê herî zêde koçkirin li bajarên kurdan pêk hatine.

    Navenda Nûçeyan — Lijneya Îstatîstikê ya Rêveberiya Herêma Amedê daneyên derbarê koçkirinên 31ê Berfenbara 2015an de diyar kir. Li gorî daneyan koçkirina herî zêde ji bajarê Amedê koçî bajarên din hatine kirin.

    Li gorî îstatîstîkê jê Amedê 56 hezar û 25 kesan koçî bajarên din kirine.

    Werwiha ji bajarên kurdan koçkirin wiha ne

    Ji Şirnexê 12 hezar û 61 welatî, ji Mûş 11 hezar û 103, ji Rihayê 10 hezar û 445, ji Mêrdîn 10 hezar û 337, ji Qers 8 hezar û 481, ji Sêwaz 8 hezar û 182, ji Bedlîs 6 hezar û 865, ji Sert 5 hezar û 661, ji Semsûr 5 hezar û 541, ji Mereş 5 hezar û 416, ji Colemêrg 4 hezar û 767, ji Meledî 4 hezar û 443, ji Êlih 4 hezar û 344, ji Îdir 3 hezar û 268, ji Çewlîg 3 hezar û 216, ji Erzingan 2 hezar û 704, ji Dîlok 2 hezar û 423, ji Erêxan 2 hezar û 172, ji Dêrsîmê jî hezar û 137 welatiya koç kirine.

    Ji ber qedexeya derketina derve, operasyon, şer û pevçûnan mehên dawî herî zêde koçkirin ji navçeya Sûra Amedê û navçeyên ser bi Şirnexê ve Cizîrê û Silopî çûbûye.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên kurdan qereqolên nû yên tîmên taybet tên vekirin
    HDPê Chomsky dawetî bajarên kurdan kir
    Tirkiya zivirî salên 1930yî; AKPê ji bajarên kurdan re parlamenter tayin kir!
    Pêşmerge: 'Em dikarin mudaxeleyî rewşa bajarên kurdan bikin'
    Li bajarên kurdan de kuştin berdewame: Li morgan 50 mirî!
    Etîketan:
    şer û pevçûn, Cizîr, Şirnex, Sûr, Amed, koçber, bajarên kurdan, TUIK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de