00:57 19 Tebax 2017
Zindî
    Reyhan Aktar

    Seroka DIKADê: ‘Maseya dîyalogê ya vê carê dê ji ya berê berfirehtir be’

    © Foto: DIKAD
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6201

    Seroka Komelaya Karsazên Jin ên Amedê (DIKAD) Reyhan Aktar got: ‘Eger ku her du alî vegerin ser maseya diyalogê dibe ku îcar rûspiyên civakê û saziyên sivîl jî li ser maseyê bicivin.’

    Omer Faruk Baran

    Amed — Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bi serok û rêvebirên saziyên sivîl ên bajarên kurdan re civînek li dar xist. Civîna ku beriya du rojan li Koşka Çankayayê li dar ket nêzî 7 saetan dewam kir. Di civînê de mijara sereke şer û pevçûnên li bajarên kurdan bû. Beşdareke vê civînê Seroka DIKADê Reyhan Aktar derbarê naveroka civînê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    ‘Berî her tiştî pêdiviyên jiyanî’
    Aktarê got: ‘’Di civînê de her kes li ser şer û pevçûnan û bandora wan a li ser herêmê axivî. Dema ku ez bi Serokwezîr re axivîm min rasterast ji Sûrê dest pê kir. Berî her tiştî, yanî berî mafên kurdan ên di qanûna bingehîn de, berî perwerdehiya bi zimanê zikmakî û tiştên bi vî rengî, ez li ser pêdiviyên jiyanî yên ku divê demildest bigihijin mexdûrên Sûrê sekinîm.

    Gelek sivîlên Sûrê gava malên xwe terk kirin, tiştek bi xwe re ranekirin û nebirin. Her tişt li şûnê hiştin û malên wan ji ber şer û pevçûnan hilweşiyan. Di heyema qedexeya derketina derve de dewletê ji bo sivîlên Sûrê alikariyê kirayê kir û hate gotin ku ew alîkarî tenê ji bo heyama qedexeya derketina derve hatiye dayîn. Bes îro eger qedexe bi tevahî rabin jî, ew kesên ku malên wan hilweşiyane dê biçin ku? Li ser vê pirsa me, hat gotin ku eger qedexeya derketina derve bi tevahî rabin jî dewlet dê heta salekê alikariya kirayê bide.’

    10-12 hezar lîra ji bo kirrîna eşyayan
    Aktar destnîşan kir ku ji bo mexdûrên Sûrê ew alikariya kirayê alikariyeke baş e; lê têra girtina maleke nû nake û got: ‘Ji ber vê yekê me xwest ku ji bo her malbateke Sûrê alîkariyeke din a bi qasî 10-12 hezar lîrayê tirk hebe ku her malbat bikaribe eşyayên xwe ji nû ve bikire. Di civînê de tiştek li ser vê daxwaza min negotin; lê piştî civînê min bihîst ku li ser pêşniyaza min hin xebat dest pê kirine.’

    Heta HDP ji xendeqan dûr nesekine…
    Li ser nîqaşên pêvajoya aştiyê ya ku bi temamî sekiniye jî Aktar wiha axivî: ‘Bi qasî ku min şopand, ji axaftin, pirs û bersivên di civînê de baş eşkere bû ku dewlet li hêviyê ye ku meseleya xendeqan were girtin û pêvajoyeke nû dest pê bike. Heke vê carê her du alî vegerin ser maseya diyalogê, dibe ku îcar rûspiyên civakê û saziyên sivîl jî li ser maseyê bicivin. Bi gotineke din maseya vê carê dê ji maseya berê berfirehtir be. Ez jî di nav de hema bibêje hemû serok û rêvebirên saziyan got ku divê demildest hikumet bi HDPê re ji bo diyalogê rûne. Diyar e ku heta HDP xwe ji dûrî xendeqan nede hikûmet naxwaze bi HDPê re rûne. Bi ser de Serokwezîr Davutoglu ji me re got: ‘Bi qasî ku hûn operasyonan rexne dikin divê hûn xendeqên PKKê jî rexne bikin. Heta ku xendeq ranebin operasyon dê berdewam bikin.’ Yanî fikra hikûmetê eşkere ye, li gorî wan divê pêşiyê xendeq rabin û paşê pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike.’

    Bi heman mijarî:

    Ji Demirtaş bangewaziya ji bo çalakiyan!
    Li Stenbolê teqîn: Birîndar hene!
    Rojnameya El Heyat: ‘Barzanî ji bo referandûmê bi biryar e'
    Rûsya: ‘Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên îxlalên sînor nayê qebûlkirin'
    ‘Garantî didim, piştî 2 mehan şer dê biqede’
    Davutoglu îdia kir ku 70 hezar kes tê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    pêvajoya aştiyê, saziyên sivîl, rûspiyên civakê, maseya diyalogê, xendeq, mexdûrên Sûrê, qedexeya derketina derve, alikariyê kirayê, pêdiviyên jiyanî, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafên kurdan ên di qanûna bingehîn de, naveroka civînê, şer û pevçûnên li bajarên kurdan, serok û rêvebirên saziyên sivîl ên bajarên kurdan, Komelaya Karsazên Jin ên Amedê (DIKAD), Reyhan Aktar, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de