09:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Rênas Mêrdînî

    ‘Garantî didim, piştî 2 mehan şer dê biqede’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26801

    Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistan (TEVGER) Serhat Mêrdînî, derbarê şer û pevçûnên li bajarên kurdan û YPSê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Omer Faruk Baran
    Amed — Li bajarên kurdan şer û pevçûnên di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de dewam dikin. Tê zanîn ku piraniya şervanên hêzên kurd kesên ciwan in. Ciwanên şervan heta beriya 10 rojan di bin banê YDG-Hê de şer dikirin. Ciwanan beriya 2 hefteyên bi daxuyaniyekê navê xwe guherandin û kirin YPS.

    Serokê TEVGERê Serhat Mêrdînî îddia kir ku şerê di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de piştî 2 mehan dê biqede.

    Mêrdînî got: ‘Heta niha tu têkiliyên me yên organîk bi YDG-H ya ku navê guherandiye YPSê re çênebûn. Ew bûyerên ku niha li Sûr, Cizîr û navçeyên din ên bajarên kurdan diqewimin girêdayî pêşketinên li qada Rojhilata Navîn in; bi taybetî jî girêdayî Rojava ne li gorî me.

    Li gorî dîtina me, YDG-H tevgereke wisan e ku nizane çi dixwaze, herwiha ne xwedana îradeyekê ye. Bi tena serê xwe nikare biryarekê bistîne û li gorî biryara wergirtî bimeşe. Ev şerê ku niha dimeşînin mixabin ji bo miletê kurd ne xizmetek e.’

    ‘Em naxwazin mala miletê xwe xerab bikin’
    Mêrdînî diyar kir ku wekî ciwan ew naxwazin bibin şirîkê xerabkirina bajarên kurdan û got: ‘Kurd di dîroka xwe de hertim miletekî şerkar û mêrxas bûye. Em li Amedê ne û Sûr bi qasî 2 gavan nêzikî me ye.

    Ne ku em ji şer ditirsin û ji ber vê em naçine şer. Em zarokên şer in, me çavên xwe di nava şer de vekiriye û em heta niha jî şer dikin. Bes, di vî şerê niha diqewime de mebest çi ye? Em naxwazin belasebeb mala miletê xwe xerab bikin.’

    Mêrdînî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku şer bi îradeya YPSê dest pê nekiriye û wê YPS ji xeyrî îradeya xwe dest ji şer berde. Mêrdînî wiha axivî: ‘Ez garantî didim, piştî 2 mehan ev şerê ku niha li bajarên kurdan diqewime dê nemîne. Ocalan û hikumeta dewleta tirk wê li hev bikin. Dîsa çi hatibe wê bi serê miletê me de hatibe.’

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu îdia kir ku 70 hezar kes tê Tirkiyeyê
    Serokê El Qaîdeya Nîvgirava Erebî li Yemenê hat kuştin
    F-16ên Tikiyayê 2 gundên Kurdistanê bombebaran kirin
    Komên îslamîst ên radîkal gef li Rûsyayê xwarin
    Rûsya: ‘Tirkiye bi destûrnedana firîna çavdêriyê, piştgiriya DAIŞê dike'
    Li Nisêbînê êrişa bi roket
    Etîketan:
    şer û pevçûnên li bajarên kurdan, Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER), Rênas Mêrdînî, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de