09:48 18 Tebax 2017
Zindî
    Komên çekdar

    Komên îslamîst ên radîkal gef li Rûsyayê xwarin

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16210

    Fermandarê çekdarên rêxistina bi navê Ceyiş el Îslamê ya li Sûriyê, Mihemed Elûş gef li Rûsyayê xwar û got: 'Dê ‘du rojên din' bersiva êrişên Rûsyayê bidin.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê şandeya Muxalîfên Sûriyeyê û Fermandarê koma Ceyiş el Îslamê Mihemed Elûş li Cenevreyê derbarê herwesta navneteweyî ji Rûdawê re got: ‘Ez ji ciwaka navneteweyî ya li dijî gelen Sûriyeyê razî nînim. Civaka navneteweyî li hember gele Sûriyeyê rûreş e.'

    Elûş li ser êrişên Rûsyayê yên li dijî rêxistinan terorîst jî ragihand, di nav ‘du rojên' de bersiva wan êrişan bidin.

    Rêxistina Ceyiş el Îslam, ji 50 koman pêk tê û hejmara çekdarên wê jî derdora 12 hezar in. Ceyiş el Îslam, Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê piştgirî didin.

    Navenda sereke ya hêzên Ceyiş el Îslamê jî, devera Xûte ya nêzîkî Şamê ye û li dijî Sûriyê, DAIŞê û kurdan şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
    Sûriye: Tirkiye milîtanên DAIŞê bi balafiran dibe Yemenê
    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
    Rûsya derbarê îxlal kirina sînorê Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Etîketan:
    gef, Cenevre, Şam, kurd, Rûsya, DAIŞ, Fermandarê koma Ceyiş el Îslamê, Mihemed Elûş, Qeter, Sûriye, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de