22:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Omer Bulur

    Erdogan gilî li xizmê leşkerekî kuştî kir

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    Omer Bulurê ku sala borî li Sêrtê di merasîma leşkerê kuştî ê xizmê xwe yê Recep Beycur de ji bo ku bertek nîşanî Erdogan da, derheqê wî de doz hat vekirin.

    Navenda Nûçeyan — Omer Bulurê ku sala borî li Sêrtê di merasîma leşkerê kuştî ê xizmê xwe yê Recep Beycur de ji bo ku bertek nîşanî Erdogan da, derheqê wî de doz hat vekirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi sedema ku Bulur ‘propaxandeya rêxistina terorê û xelk sewqî kîn û dijminantiyê kiriye' gilî kir.

    Ma ji Xwedê natirse?

    Omer Bulur di merasîma cenazeyê leşkerê kuştî di pêşiya protokolê de gotibû: ‘ Bira bi bira dide kuştin. Min birayê xwe yê ciwan şand, niha jî cenazeyê wî li vir e. Bila Erdogan dengê min bike hetanî min ew anî vî emrî Xwedê dizane bê min çi kişand, ma gelo ji Xwedê natirse? Ev ciwan li vir dirêj kir û bira bi bira dide kuştin.'

    Bi sedema heqareta Serokomar doz hat vekirin

    Ji aliyê din ve li ser gilîkirina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derheqê Omer Bulur de li Dadgeha Cezaya Eslîye ya 3yemîn bi sedema heqaretê ji salek û du mehan hetanî 4 sal û 8 mehan bi cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Awûstûryayê: Erdogan, ne layîqê serokomartiyê ye!
    Çûna Erdogan ya Latîn Amerîkayê ji bo pergala serokatiyê ye
    Bulent Arinç: ‘Ez ê bîskeke din bersiva daxuyaniyên Erdogan bidim'
    Erdogan: ‘Rûsya bila dev ji îxlal kirina sînorê me berde'
    Biden: ‘Erdogan dît ku dinya çend alî ye'
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoğan, Recep Beycur, Omer Bulur, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de