22:21 17 Tebax 2017
Zindî
    Spûtnîk

    Ji Spûtnîkê bo Wezareta Derva ya Tirkiyeyê bersiv

    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1710

    Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç, derbarê îdiayên ku balafira Su-34 a rûsî di 29ê Rêbendanê de qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlalkiriye de ku Spûtnîk wekî çavkanî nîşandabû ji rastiyê dûr in.

    Stenbol - Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç, derbarê îdiayên ku balafira Su-34 a rûsî di 29ê Rêbendanê de qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlalkiriye de ku Spûtnîk wekî çavkanî nîşandabû û gotinên ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re dibêje ji rastiyê dûr in.

    Di daxuyaniya Bilgiç ya îro de ku behsa axaftina Lavrov tê kirin, ew axaftin ne Lavrov e ya berpirsekî Wezareta Derve ya Rûsyayê ye. Wekî din di nûçeya ku behsa wê tê kirin de, behsa Wezareta Derve ya Rûsyayê nayê kirin, behsa berpirsekî Wezareta Derve tê kirin.

    Nûçeyên ji 30ê Rêbendanê hetanî 4ê Sibatê ku derbarê îxlalê de derketine li jêr in û bi tu awayî di nûçeyan de behsa Lavrov nayê kirin.

    NATO: Balafira rûsî qada hewayî ya Tirkiyeyê îxlal kir

    Bilgiç di daxuyaniya xwe de îdia dike ku Lavrov gotiye ‘Tirkiye bi me re tu agahî par venekiriye' û Spûtnîkê jî ev kiriye nûçe:

    'Îfadeyên ku ajansa Spûtnîkê derbarê îxlalkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê de par vekirine ku behsa Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dikin hatine berovajî kirin. Mijar bi îxlalkirina balafirên rûsî ya qada Tirkiyeyê ve girêdayî ye û tu eleqeya vê bi hereketa koalisyonê ya Sûriyeyê ve tuneye. Federasyona Rûsyayê piştî îxlala 29ê Rêbendanê jî dîsa heman tektîkan dimeşîne. Di nava axaftina Lavrov de îdiaya ku dibêje ‘Tirkiye tu agahî bi me re par venekir' ji rastiyê dûr e.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Rûsya: ‘Li Munîhê, wê tevlîbûna kurdan ji bo hevdîtinên Cenevreyê were axaftin'
    Rûsya: ‘Tirk dixwazin kurdan ji pêvajoya siyasî der bikin'
    Rûsya: 'Tirkiye, li Sûriyeyê sivîlan dikuje'
    Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
    Etîketan:
    Wezareta Derva ya Rûsyayê, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Sergey Lavrov, Tanju Bilgiç, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de