18:28 20 Tebax 2017
Zindî
    Polês, lêgerîn, kontrol, lêpirsîn, serdegirtin

    Li Dêrik û Erdîşê 5 kes hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Usame Ari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3401

    Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya bajarê Mêrdînê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.

    Mêrdîn — Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polêsan berê sibehê bi ser taxên Kale, Cevîzpinar û Dagê bi ser malan de girtin. Di lêgerînên malan de endamê Meclîsê Şaredariya Dêrikê Îhsan Denk, Hamît Guleç, Serkan Karakoç û Mahmut Durgut hatin binçavkirin.

    Sedema operasyonê nehat hinbûn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehî ya Dêrikê. Her wiha 5 kesên ku duhî hatibûn binçavkirin hê jî li Miduriyeta Ewlehiyê ne.

    Ji aliyê din ve cîgirê Hevşaredarên Erdîşê M. Nûrî Çîçek, di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

    Polêsên Miduriyeta Erdîşê berê sibehê saet di 06:00an de avêtin ser mala cîgirê Hevşaredarên navçeya Erdîşê M. Nûrî Çîçek, Çîçek ji mala xwe ya li taxa Çelebîbagê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Çîçek nehat hînbûn.

    Bi heman mijarî:

    Birayê Ferhat Encu hate binçavkirin!
    Li Dêrika Çiyayê Mazî 5 kes hatin binçavkirin
    Li Nisêbînê 150 kes hatin binçavkirin (hat nûkirin)
    Dayikên ku dixwestin xwe bighînin birîndaran hatin binçavkirin
    Li Şirnexê serokê MEYA-DERê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Miduriyeta Ewlehî ya Dêrikê, Serkan Karakoç, Hamît Guleç, Îhsan Denk, M. Nûrî Çîçek, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de