15:26 21 Hezîran 2018
Protestoya Kurdistana Îranê ji bo piştgiriya berxwedana kurdan

Sibehê Kurdistana Îranê êrişên dewleta tirk protesto dike

© Foto: RojNews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya Rojnewsê, sibehê li 13 bajarên Kurdistana Îranê gelê kurd ji bo piştgiriya kurdan û li dijî êrîşên dewleta tirk dadikevin qadan.

Navenda Nûçeyan – Sibehê 04ê Sibata 2016an li bajarên Kirmaşan, Îlam, Îslamabada Rojava, Kamîran, Ciwanro, Sine, Merîwan, Seqiz, Bokan, Bane, Mihabad û Serdeştê yên bajarên Kurdistana Îranê gelê kurd ji bo piştgiriya kurdan û li dijî êrîşên dewleta tirk dadikevin qadan.

Komîteya amadekar a çalakiya protestoyî peyameke nivîskî weşand û bang li kurdên 13 bajarên kurdan kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin.

Komîteya amadekar di peyama xwe de ku bal kişande ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê sivîl ê kurd û wiha got: ‘Gelê me yê kurd îro bi êrîş û komkujiyên mezin re rû bi rû ye. Erka hemû kurdekî ya wijdanî û neteweyî ye ku xwedî li vê berxwedana bêhempa derkeve.’

Komîteya amadekar ku di dawiya peyama xwe de êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan şermezar kirin û got: ‘Êrişên dewleta tirk ên li dijî vîna gelê kurd a azad bi ser nakevin û kurdên Kurdistana Îranê piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe yên kurd.’

Bi heman mijarî:

KURDISTAN - Bîlançoya mehekê ya Duhokê: 10 mirî û 94 birîndar
Kurdistan dê mûçeyên karmendan li gorî dahata petrolê bide
Heyeta HDPê û DBPê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin
Li Helebê şer dijwartir bû
Ji Rêveberiya Efrînê bo Amerîka, Ewropa û NY: ‘Bigihêjin hawara me!’
Li Helepçeyê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin
Etîketan:
berxwedana bêhempa, erka wijdanî û neteweyî, êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê sivîl ê kurd, peyama nivîskî, komîteya amadekar, çalakiya protestoyî, li dijî êrîşên dewleta tirk, ji bo piştgiriya kurdan, Serdeşt, Mihabad, Bane, Bokan, Seqiz, Merîwan, Sine, Ciwanro, Kamîran, Îslamabada Rojava, Îlam, Kirmaşan, Kurdistana Îranê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de