18:22 25 Sibat 2018
Zindî
    Staffan de Mistura

    NY: Hevdîtinên li Cenevreyê bi awakî ‘fermî' dest pê kir

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê NYê yê Sûriyê Steffan de Mistura ragihand ku hevdîtinên li Cenevreyê bi awakî ‘fermî' dest pê kir.

    Cenevre - Mistura destnîşan kir ku armanca hevdîtinan a sereke ew e ku hevdîtin ligel hemû aliyan ve berdewam bike û got: ‘Armancameya sereke ew e ku bila herkes li ser maseyê be, tu alî li derve nemîne.'

    Mistura piştî muxalifên HNCê ku di bin siya Erebistan û Tirkiyeyê de ne re civîn li dar xist ragihand ku ji nîqaşên ku derbarê agirbestê de tê kirin berpirsyar nîne bang li dewletên mezin kir ku ji bo avakirina agirbestê bila têkevin nava lîv û tevgerê.

    Mistura ragihand ku ew teredutên muxalifan fêm dike û got: ‘Eger hukimet jin û zarokên ku mehkûm kiriye serbest berde, wê ev ji bo pêngavan bibe îşaretek.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Nebûna PYDê hevdîtinên li Cenevreyê pûç kir'
    Rûsya: Em ê bikin ku kurd jî beşdarê Cenevreyê bibin
    Civîna li Cenevreyê bêyî PYDê dest pê kir
    Hevseroka MSDê: 'Me ji Rûsya û Amerîkayê re gotin ku em ê biryarên Cenevreyê nas nekin'
    Zaxarova: ‘Şanda Hikumeta Sûriyeyê li Cenevreyê ye'
    Etîketan:
    NY, Staffan de Mistura, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de