08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Qedir Cemîl

    ‘Nebûna PYDê hevdîtinên li Cenevreyê pûç kir'

    © Foto: AA/Sefa Karacan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Yek ji muxalifên Sûrî Qedrî Cemîl Jİ Sputnikê re axivî û got: ‘Ji ber ku PYD nehat vexwendin hevdîtinên li Cenevreyê pûç bûn.'

    Cenevre - Lîderê Eniya Azadî û Guherînê ya Gel ku yek ji rêxistinên muxalij ên Sûrî ye û beşdarê civîna li Cenvreyê bû ji Sputnikê re axivî û got: ‘Li vir nebûna kurdan li dijî biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê ye. Kurd perçeyek ji muxalifên Sûriyê ne'

    Cemîl ragihand ku ji bo Cenevreyê ne vexwendina PYDê bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: ‘De Mistura ji pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê berpirsyar be. Ev rewş pêvajoya muzakereyê pûç dike li ji bo avakirina aştiyê dibe asteng.'

    ‘Em dê ji bo beşdarbûna PYDê bi israr bin'

    Cemîl ragihand ku ew piştî danûstandinên li Moskova û Misirê biryar dane ku beşdarê civînê bibin û destnîşan kir ku ew de ji beşdarbûna PYDê bi israr bin.'

    ‘Em bi kurdan re di têkîliyan de ne'

    Alîkarê Wezîrê Karên Derve Bogdanov jî ragihand ku eger ku kurd di nav muxalefeta Sûrîyê de cih negirin wê zerareke mezin derkeve holê û divê gotin û biryarên kurdan jî were hesandin.

    Mihail Bogdanov ku di heman demê de nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkayê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ne got: ‘Me her dem israr kir ku bila kurd jî di nav heyeta muzakereyê de cih bigirin. Li gorî me beşdarnebûna kurdan zerareke mezin e.'

    Bogdanov ragihand ku Rûsya bi kurdan re di nav têkiliyan de ne û got: ‘Kurd him di siyasetê de him jî li herêmê hêzeke leşkerî yê mezin e. Divê di kurd di hemû peymanên têkoşîna li dijî terorîstan de cih bigirin.'

    Bi heman mijarî:

    Civîna li Cenevreyê bêyî PYDê dest pê kir
    Akademîsyenê kurd: ‘Amerika û welatên Ewropayî dixwazin PDK û PYDê bibin tek aktor'
    Pisporê rûsî: ‘Venexwandina PYDê ya Cenevreyê tiştek xelet e'
    Rûsya: ‘Cihê PYDê li Cenevreyê amade ye'
    Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
    Rûsya û Amerîka li ser beşdarbûna PYDê ya li Cenevreyê li hev nakin
    Etîketan:
    Eniya Azadî û Guherînê ya Gel, PYD, Mihail Bogdanov, Qedrî Cemîl, Sûrî, Rûsya, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de