14:09 22 Hezîran 2018
Deniz Naki

Fitbolîstê Amedsporê: Em vê serkeftinê diyariyê welatiyên kuştî û birîndar dikin

© Foto: Zate
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Gogbazê Amedsporê Deniz Naki got: ‘Em vê serkeftinê diyariyê welatiyê me yên di zilma 50 roj in pêk tê de jiyanên xwe ji dest dane û birîndar bûne re dikin.'

Amedspor
© Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
Navenda Nûçeyan — Amedsporê ligel hemû ceza û astengiyan duh serkedftineke girîng  bi dest xist û Bursasporê bi qolan têk bir.

Piştî maçê gogbazê Amedsporê Deniz Naki ku duh qoleke avêt Bursasporê jî, di hesaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanî da û serkeftina xwe diyariyê  welatiyên kurd yên di encama êrişên dewleta tirk de hatine kuştin û birîndarkirin re kir.

Deniz Naki got: ‘Em ji lîstikên qirêj ku li hemberî me tê lîstin bi rûspî filitîn. Em bextewar in ku di demeke wiha de ji gelê xwe re bûne hêviyek. Me weke Amedsporê serî netewand û natewînin jî.'

Deniz Naki ragihand ku bi baweriya xwe yên azadiyê derketine stadyumê û got ‘Ji ber ku me şitlê azadiyê çikandiye.  Em ji hemû siyasetmedar, hunermend 3u rewşenbîran re spas dikin ku me bi tenê nehiştine. Em vê serkeftinê diyariyê welatiyê me yên di zilma 50 roj in pêk tê de jiyanên xwe ji dest dane û birîndar bûne re dikin. Her bijî azadî!'

Bi heman mijarî:

Amedsporê sê puan girtin
Derbarê Amedsporê de cezayê 'propagandaya îdeolojîk'
Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
Etîketan:
Amedspor, Deniz Naki, Bursa, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de