13:56 19 Hezîran 2018
Şer û pevçûnên Sûra Amedê bûn sedema koçberiyê

Raporta MAZLUMDERê: ‘50 hezar kesên sivîl Sûr terikandin û çûn’

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Serokê Şaxa Amedê ya MAZLUMDERê derbarê şer û pevçûnan û koça sivîlan ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku heta niha nêzikî 50 hezar kesên sivîl Sûr terk kirine.

Omer Faruk Baran

Amed – Li Sûra Amedê di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de şer û pevçûn bênavber dewam dikin. Digel van şer û pevçûnan, ev nêzikî 2 mehan e li 6 taxên bajêr qedexeya derketina derve jî berdewam e. Pêr li 5 taxên din ên Sûra Amedê jî qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi vî awayî hejmara taxên qedexekirî derkete 11an. Ji aliyekî din ve, sivîlên van taxan û niştecihên li hawirdorê jî Sûrê diterikînin û bar dikin.

Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER) Ali Ihsan Gultekin derbarê pêvajoya koçberiyê de wiha got: ‘Ji 6 taxên Sûrê hîn jî lê qedexeya derketina derve dewam dike û heta niha nêzikî 25 hezar mirovî bar kiriye. Piştî ku ji bilî wan taxan, li hinek taxên din jî barîkat hatin çêkirin qedexeya derketina derve li wir jî hat îlankirin. Ev 2 roj in ku şêniyên van taxên nû jî koçber dibin. Li gorî raportên me heta niha nêzikî 50 hezar însanên sivîl Sûr terk kiriye.’

Ali Ihsan Gultekin
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Ali Ihsan Gultekin

 

Derbarê iddîayên belavbûna şer û pevçûnan a li hemû tax û navçeyên navenda Amedê de jî Gultekin got: ‘Piştî şer û pevçûnên li Sûrê, dibe ku li Baglarê jî şer û pevçûnên giran dest pê bikin. Hin kes dibêjin wê li tevahiya Amedê şer û pevçûn biqewimin; lê li gorî me di heyameke wisa de ew tişt niha ne mimkun e. Stratejiyeke her şerî heye, li Gaziler û Diclekentê kes nikare xendeqan bikole û barîkatan çêke.’

Gultekin di dawiya axaftina xwe de bang li her du aliyên şer kir û got: ‘Em di daxuyaniyên xwe de her dibêjin û em dîsa jî bang li her du aliyan dikin ku demildest şer û pevçûn û operasyonan bidin rawestandin û vegerin ser maseya diyalogê. Bi çekan ew mesele çareser nabe.’

Bi heman mijarî:

8 leşkerên biyanî yên xwebexş, tevlî Hêzên Pêşmerge bûn
Ji 132 rewşenbîr û hunermendan ji bo birîndarên li Cizîrê deklerayon
Ciwanên Çînê li Kurdistanê reqisîn
KURDISTAN - Teqîn: ‘2 mirî 3 birîndar!
Amerîka: ‘Piştî ku kurd ji hêla aborî ve xurt bûn, bila herin referandumê'
Etîketan:
maseya diyalogê, daxuyanî, xendeq, barîkat, pêvajoya koçberiyê, hejmara taxên qedexekirî, qedexeya derketina derve, di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de, şer û pevçûn, Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER), Ali Ihsan Gultekin, Sûr, Amed, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de