05:02 20 Sibat 2018
Zindî
    Li ser Cizîrê top baran

    Ji 132 rewşenbîr û hunermendan ji bo birîndarên li Cizîrê deklerayon

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    132 rewşenbîr rojnamevan û hunermend deklerasyoneke bi sernavê ‘Li Cizîrê mirovatî dimire' weşandin û dan xuyakirin ku ew amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.

    Navenda Nûçeyan — Ji birîndarên li Cizîrê ku ev 10 roj in di nav bodrimekê de li benda ambulansê ne û qasî 50 saetan dirêj agahî ji wan nayê girtin, li dijî bêberpirsyatiya dewleta tirk jî bertek mezin dibin.

    132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend ku di nav wan de Kadîr Înanir, Vedat Turkali, Rakel Dînk, Murathan Mûngan, Lale Mansur, Ayşegul Dogan, Umit Kivanç, Baskin Oran, Osman Kavala, Migirdiç Margos, Oya Baydar û Levent Gultekin jî heye deklerasyoneke bi sernavê ‘Li Cizîrê mirovahî dimire' weşandin.

    132 rewşenbîr û hunermend: Em amade ne ku birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin
    132 rewşenbîr û hunermend: Em amade ne ku birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin

    Di deklarasyona rewşenbîran de hat destnîşankirin ku ji pevçûnan ve li Cizîrê 66 sivîl ji ber êrişên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dane, hat bibîrxistin ku tevî biryara tedbîrê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî Cîhan Karaman, Serhat Altûn û Huseyîn Paksoy ên ji bo rakirina nexweşxaneyê destûr nehat dayîn jiyana xwe ji dest dan.

    132 rewşenbîr û hunermedan diyarkirin ku ji ber birîndarên li ‘bodrûma wehşetê' bi rojan e sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, hat ragihandin ku ji birîndarên din jî ti agahî nayên girtin, her tim fikarin di her kêliyê de dikarin jiyana ji dest bidin tê jiyîn.

    Di dawiya deklerasyonê de wiha hat gotin: ‘Em ji bo 15 jê birîndar 24 kesên li Cizîrê bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê bikin bang li rayedarên dewletê dikin. Eger hûn wan rizgar nekin em amade ne ku rizgar bikin.'

    Navên îmzeya xwe danîne bînê deklerasyonê wiha ne: Ozturk Turkdogan, Kadîr Înanir, Mûrathan Mûngan, Tarik Zîya Ekîncî, Vedat Turkalî, Rakel Dînk, Julîde Kûral, Ayşegul Devecîoglû, Lale Mansûr, Ayşegul Dogan, Ümît Kivanç, Baskin Oran, Orhan Alkaya, Alî Nesîn, Celal Başlangiç, Adalet Agaoglû, Omer Laçîner, Omer Farûk Gergerlîoglû, Oya Baydar, Osman Kavala, Hakan Tahmaz, Abdulbakî Erdogmûş, Şanar Yûrdatapan, Perîhan Magden, Zeynep Tanbay, Ufûk Uras, Migirdiç Margos, Îmam Taşçier, Huda Kaya, Nûrcan Baysal, Levent Gultekîn, Latîfe Tekîn, Jaklîn Çelîk, Ayça Damgaci, Zeynep Tozdûman,, Sîbel Ozbûdûn, Temel Demîrer, Melek Goregenlî, Pinar Aydinlar, Reyan Tûvî, Sînan Keskîn, Ferhat Tûnç, Mûteber Ogreten, Turkcan Baykal, Erdal Dogan, Bulent Atamer, Atîlla Dûrak, Yucel Tûnca, Îbrahîm Sedîyanî, Hanîfe Yuksel, Asûman Bayrak, Semra Somersan, Oktay Etîman, Neşe Yaşin, Baha Cengîz Turer, Yavûz Ata, Mûzaffer Kûrtoglû, Cafer Solgûn, Seçkîn Ozsoy, Mehmet Akyurek, Cem Ozatalay, Halîl Savda, Erhan Yalçindag, Perî Pamîr, Tulay Ozturk, Meral Geylanî, Yannîs Vasîlîs Yaylali, Aksel Avan, Onûr Hamzaoglû, Gulay Bûlût, Ebrû Ergun, Ayşe Erzan, Abdûlhakîm Daş, Gonca Gedîkoglû, Yucel Demîrer, Orhan Sîlîer, Dîlek Hattatoglû, Fethîye Çetîn, Zîynet Ozçelîk, Yildiz Tar, Mûstafa Ogûz Sînemmîllîoglû, Kûbal Altinel, Semîh Bîlgen, Selîm Temo, Yalçin Ergundogan, Emel Atakturk, Ozlem Dalkiran, Ozan Tellî, Ahmet Bulent Ozer, Hasan Ozpolat, Melek Ulagay Taylan, Mehmet Fatîh Tiraş, Tûna Altinel, Bîlge Selçûk, Tatyos Bebek, Oktay Etîman, Neşe Yaşin, Evrîm Kaçar, Dîlek Gokçîn, Umûr Coşkûn, Mehmet Akyurek, Denîz Kologlû, Erkan Arslan, Evrîm Karakaş, Seher Kalkan, Ugraş Salman, Zelal Ekîncî, Ercan Îpekçî, Arîf Alî Cangi, Meryem Koray, Însel Silade, Ercan Zîncîr, Rojbîn Tûgan Kalkan, Ayten Alkan, Ugraş Salman, Bîrgul Taştan, Firak Gokal, Hade Turkmen, Z. Zevan Karabûlût, Batûr Talû, Hanîfe Yuksel, Başak Tan, Demîr Kuçukaydin,Şenol Karakaş, Feyha Karsli, Evrîm Kavcar, Yonca Demîr, Kurşat Aker, Adnan Firat Bayar, Osman Mûrat Ülke, Zehra Soydan ve Hayrettîn Bûlan.

    Bi heman mijarî:

    Di şer û pevçûnên Cizîrê de leşker û polêsek hatin kuştin
    Li Cizîrê teqîn: Welatiyek jiyana xwe ji dest da!
    Li navçeya Cizîrê leşkerek hat kuştin
    Birîndarên Cizîrê: Ambulans nayên bila gel were zarokên xwe bigire
    Ferhat Encu: Birîndarên li Cizîrê yek bi yek dimirin!
    Parêzeran ji bo birîndarên Cizîrê serî li DMMEyê dan
    Li Cizîrê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
    Etîketan:
    Migirdiç Margos, Levent Gultekin, Baskin Oran, Lale Mansur, Murathan Mungan, Vedat Turkali, Kadir Înanir, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de