11:42 22 Sibat 2018
Zindî
    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: We wanderan kir dojeh, Toledoya çi?

    © Foto: HDP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Selahattîn Demirtaş derbarê gotinên Davutoglu de axivî û got: ‘Vegera masê tune ye tê çi wateyê? Dema vedigerin maseyê mirin radiweste. Ên ku Sûrê xirakirin û şewitandin ew bi xwe ne. We wandera kir dojeh, Toledoya çi?'

    Enqere - Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê ku duh hatin bijatin îro di bin serokatiya Hevserokên HDP'ê Selahttîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de civiyan.

    Beriya civînê Hevserokê HDPê Selahttîn Demirtaş derbarê rojevê de pirsên rojnamegeran bersivandin û bertek nîşanê daxuyaniya Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu da ku gotibû ‘Vegera maseyê nîne' û got ev tê wateya ku di şer de israr dikin.

    Selahattîn Demirtaş got: ‘Mafên gerdûnî ku ewqas ji aliyê AKPê ve tê binpêkirin rewşek bi fikar e. Serokwezîr nikare vê yekê înkar bike. Ji salên 90î zêdetir binpêkirina qanûnan tê jiyîn. Bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin nayê fêmkirin.

    Serkeftina ku ji Cizîr û Sûrê dixwazin bi dest bixin çiye? Ew jî nayê fêmkirin. Li pişt xwe ewqas enqaz, birîndar û mirî hîştin gelo serkeftine? Navê vê yekê têkçûna siyasetê ye.'

    Demirtaş wiha berdewam kir: ‘Polîtîkayên AKPê vê tabloyê ava kir. Dema em vana rexne dikin jî vê carê jî HDP'ê rexne dikin. Serokwezîr, Serokomar û Enqere fermana vê yekê nede dê tiştên bi vî awayî jî neyê jiyîn. Li wêderê binketinek siyasî heye. Welat hatiye ber bi rewşa kaosê ve. Hikûmet ji bo hesabê vê yekê nede parlementoyê girt.'

    Selahattîn Demirtaş dawiyê de got: ‘Ji bo desthilatdariya AKPê, Serokdewletiyê û pêşeroja Qesrê tu kes ne mecbûre bimire. Kurd taxwaziyek ji bo mirinê na ji bo azadiya xwe dikin. Xwerêveberin û xweserî jî ev yeke. Daxwaziyak parçebûnê nîne, wekhevî û li ser vê yekê çî pêkanina demokrasiyê ye. Bi nîşandana şerekî mezin dixwazin gel mecbûrê Serokdewletiyê bikin. Di rewşa ku ewqas mirin û xwîn diherike de pêkanina makeqanûnek nû nepêkane.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş agahiya ji ‘hevalê' xwe wergirtiye eşkere kir
    Demirtaş: Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê
    Selahattin Demirtaş diçe Brukselê
    Demirtaş: Helwesta Leyla Zana şexsî ye
    Demirtaş: Ev êriş wehşetek e
    Etîketan:
    HDP, Ahmet Davutoglu, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de