08:50 22 Hezîran 2018
bekir bozdag

Wezîrê Dadê, Sariyildiz bi piştgiriya terorîzmê sûcdar kir

© Foto : hürseda
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi piştgiriya terorîzmê sûcdar kir.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, di televîzyona A Haberê de derbarê rojeva bajarê kurdan nirxandin kirin û parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi piştgiriya terorîzmê sûcdar kir.

Sariyildiz alîkariya terorîstan dike

Bozdag di axaftina xwe de behsa bûyera Cizîrê kir û got: ‘ Ji bo ku xefkên mayînan hene ambulans nikarin têkevin wir û ambulansên ku ji bo birîndaran tên êrişî wan dikin, paşî jî dibêjin dewlet qatil e. Gelo kî qatil e divê herkes vê bizanibe. Parlamenterê

HDPê Sariyildiz rasterast piştgirî û alîkariya terorîstan dike

Ji aliye din ve li gorî parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz, li Cizîrê di bodrumekê de nêzî 23 birîndaran bi mirinê re rû bi rû ne, hêzên dewletê ambulansan naşîne û ambûlansên ku ji bo birîndaran diçin jî asteng dike.

Bi heman mijarî:

Sariyildiz: Bedela wê çi dibe bila bibe emê biçin û birîndaran wergirin
Wekîlê HDP'ê Sariyildiz: Cizîr birîndar e
TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
Sariyildiz: ‘23 welatî li hemberî qetlîamê rûbirû ne'
Etîketan:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Faysal Sariyildiz, Bekir Bozdag, Cizîr, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de