19:19 23 Hezîran 2018
Beşar Esad

Nûnerê Sûriyeyê: ‘PYD ne rêxistineke terorîst e'

© Sputnik / Aleksey Drujinin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Nûnerê şandeya Sûriyeyê ya li Cenevreyê Beşar Ceiferî di civînê de eşkere kiriye ku tu têkiliyên wan bi PYDê re tine ne. Herwiha nabe PYD mina DAIŞê û El-Nusrayê terorist were dîtin.

Navenda Nûçeyan — Civîna Cenevreyê ku roja 29ê Rêbendanê dest pê kir, îro jî dewam kir. Di civîna îro de dê nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan de Mistura dê cihê bi şandeyên Sûriyeyê û muxalîfên Sûriyê re rûnê.

Serokê şandeya Sûriyeyê di civîna Cenevreyê de Beşar Ceiferî ku niha li bajarê Cenevreyê ye, pirsên nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno bersivand.

Beşar Ceiferî daxuyaniya xwe ya li ser pirsgirêka kurd ya li Sûriyeyê dubare kir û got: ‘Yên federalîzmê dixwazin bila dermanê panadolê bixwin!'

Ceiferî, pesnê kurdan da û ragihand, kurd welatparêz in û em bi wan şanazin û yek ji pêkhatiyên sereke yên Sûriyeyê ne. kurd li Sûriyê nû nînin. Çend sal berê ferman hat dayîn ku divê kurdên li Sûriyeyê bibin xwedî nasnameya Sûrî. Bi sed hezaran kurdên Sûriyeyê ji wê yekê sûdwergirtin.

Balyozê Sûrî li NYê helwesta Enqereyê li dijî YPG/PYD axivî û eşkere kir, nabe PYD di rêza DAIŞ û El Nusra de were dîtin, çimkî ew terorîst in.

Wî rayedarê Sûrî, diyar kir ku ti pêwendiyekê wan bi PYDê re tine ne.

Bi heman mijarî:

Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
Sûriye: Rêvebiriya demkurt di rojeva me de tuneye
Sûriye: Hatina leşkerên amerîkî tê wateya êriş û îşxalê
Li paytextê êrişa xwekujiyê: 10 kuştî
Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve siyasete
Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
Etîketan:
Cenevre, Neteweyên Yekbûyî, kurd, El Nusra, DAIŞ, PYD, Beşar Ceiferî, Steffan De Mistura, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de