06:32 20 Sibat 2018
Zindî
    Seyîd Ebdulfettah û Murat Karayilan

    Rojnamevanê misrî ji nava DAIŞê axivî: ‘Tirkiya alîkarî û perwerdehiyê dide DAIŞê’

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Navenda Qahireyê ya Lêkolînên Kurdî bi sernavê “Serpêhatiya Rojnamevanekî Misrî li Dewleta DAIŞê” pirtûkek nû weşand û nivîskarê pirtûkê alîkariya Tirkiyayê ya li DAIŞê bi belge û şahidan raxiste ber çavan.

    Qahire – Nivîskar û rojnamegerê misrî Seyîd Ebdulfettah serpêhatiya xwe ya li Kurdistan, Iraq û Sûriyayê kir pirtûk û di nav weşanên Navenda Qahireyê ya Lêkolînên Kurdî de weşand.

    Rojnamevanê Misrî Ebdulfettah di pirtûka xwe de qala çîroka ketina xwe ya li herêmên dagirkeriya DAIŞê dike; herwiha hovîtiya terorîstan û alîkariyên dewleta tirk vedibêje.

    Rojnamevan Ebdulfetah derbarê bajarên di destê DAIŞê de wiha dibêje:  'Ji ber hovîtiya DAIŞê bajar wêran bûne û ez bûm çavdêrê rewşa gel. Keç û jin rastî destdirêjiya terorîstên DAIŞê tên û meslekê terorîstan jinfiroşî ye. Ciwan û zarokên bêguneh tên serjêkirin û mizgeft tên hilweşandin.'

    Ebdulfetah bi belge û şahidan eşkere dike ku Tirkiya bi destê îstixbarata xwe alîkariya malî, leşkerî, lojîstîk û perwerdehiyê dide terorîstên DAIŞê.

    Nivîskar û rojnamegerê misrî di vê serpêhatiya xwe de bi gelek serok û pêşengên kurd û ereb re hevdîtin û hevpeyvîn pêk anîne; herwiha di berhema xwe de qala qehremaniya şervanên kurd jî dike.

    دعواتكمبفضل الله صدر قبل ساعات كتابي الجديد "مغامرة صحفي مصري في دولة داعش"، عن مركز القاهرة للدراسات الكردية ، الكتاب…

    Posted by ‎السيد عبد الفتاح علي‎ on Sunday, January 31, 2016

     

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê êrişa xwekujiyê: 10 kuştî
    Bajarê 12 hezar salan ‘Heskîf' di bin avê de dimîne
    Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve siyasete
    Rojîn: 'Kurd serê şaristaniyekê dimeşînin û pêwistiya wan bi dewletekê heye'
    Davutoglu: Dê Sûr, bibe wekî Toledo'
    Kremlîn: ‘Haya Pûtîn ji daxwaza Erdogan heye'
    Etîketan:
    nivîskar û rojnamegerê misrî, hevdîtin û hevpeyvîn, alîkariya malî, leşkerî, lojîstîk û perwerdehiyê, bi belge û şahidan, ciwan û zarokên bêguneh, jinfiroşî, destdirêjiya terorîstên DAIŞê, çavdêrê rewşa gel, ji ber hovîtiya DAIŞê, hovîtiya terorîstan, herêmên dagirkeriya DAIŞê, Navenda Qahireyê ya Lêkolînên Kurdî, Seyîd Ebdulfettah, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de