16:42 20 Sibat 2018
Zindî
    Heskîf

    Bajarê 12 hezar salan ‘Heskîf' di bin avê de dimîne

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Bajarê antîk, bajarê 12 hezar salan Heskîf di bin avê de dimîne. Di çarçoveya veguhestina Heskîfê de zagoneke nû ji Meclîsa Tirkiyeyê hat derbas kirin ku rê li ber ‘veguhestina Heskîfê' vekir.

    Navenda Nûçeyan — Li ser vê yekê bi zagonê re tê plankirin ku Heskîf di bin avê de bimîne û hemû bajêr tevî şeniyên xwe veguheze cihekî din.

    Her çiqas veguhastina Heskîfê bi zagona nû re hat rojevê jî, dewleta Tirkiyeyê bi Bendava Ilisuyê ve ji mêj ve dest bi veguhastina Heskîfê kiriye.

    Parlementerê HDPê yê Êlîhê Mehmet Alî Aslan nerazîbûn nîşanê zagona veguhestina Heskîfê da û got: ‘Zagona veguhestina Heskîfê li dijî makezagonê ye. Dewleta tirk hemû kiryarên xwe derbasê makezagonê dike, kiryarên bêqanûnî derbasê qanûnê dike.'

    Aslan diyar kir ku di rastiyê de Heskîf nayê veguhestin, di bin avê de dimîne û diyarkir dê bi vê zagonê re şêniyên Heskîfe bêne veguhestin.

    Herwiha Aslan, helwesta welatên Ewropî ku kredî didin vê projeyê jî rexne kir û got: ‘Dive gelê kurd li dijî van polîtîkayan bi sekine û xwe dî li çand û dîroka xwe derkeve.'

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu bersiv da Mahsun Kirmizigul!
    Li navçeya Cizîra Şirnexê 5 kuştî hatin dîtin
    Li navçeya Sûrê şer: 5 kuştî û 1 birîndar (Hat nûkirin)
    Li bajarê Şirnexê, cerdevanek di şer de hat kuştin
    Etîketan:
    Bendava Ilisu, bajarê dîrokî, Ewropa, HDP, Veguhestina Heskîfê, Mehmet Alî Aslan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de