14:04 18 Sibat 2018
Zindî
    Rojîn

    Rojîn: 'Kurd serê şaristaniyekê dimeşînin û pêwistiya wan bi dewletekê heye'

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hunermenda kurd Rojînê di hevpeyvîneke digel kanala televîzyonî ya Rûdawê de got ku kurd bi derfetên kêm şerê şaristaniyekê dimeşînin û pêwistiya wan bi dewletekê heye.

    Stenbol – Hunermend û stranbêja kurd Rojînê di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku bi salan e gelek kurd bi hêviya Kurdistaneke serbixwe dijîn û dixwazin ji welatê xwe re bibêjin Kurdistan; herwiha dinya – alem dizane ku kurd bi israr daxwaza Kurdistanekê dikin û ev rastî nayê veşartin.

    Rojînê derbarê kurd û Kurdistanê de wiha got: 'Ez ne nijadperest im; lêbelê gelekî eşkere ye ku em kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê bi derfetên kêm şerê şaristaniyekê dimeşînin. Pêwistiya kurdan bi dewletekê û evîndariya vî welatî û hevwelatiyên wî heye. Bila sînorên Kurdistanê hebin; lê heke paşê pêwistî bi sînoran nemîne jî xem nake. Li ser rûyê cîhanê welatê her neteweyî heye, çima bila yê min tunebe?’

    Rojînê gelê kurd şibihande Avataran û got: 'Di fîlma James Cameron a bi navê “Avatar” de hinek kes hene ku dua û dirozgeyan li dar dixin; herwiha ji Xwedê alîkariyê hêvî dikin. Ez kurdan dişibihînim Avataran. Kurd dê Avataran qezenc bikin û di vê meşa xwe de bi ser kevin. Baweriya min bi serkeftina gelê kurd heye.’

    Bi heman mijarî:

    Serok Barzanî Balyozê Erebistana Siûdî pêşwazî kir
    Rûsya, balafirên Su-35S şandin Sûriyeyê
    Li navçeya Cizîra Şirnexê 5 kuştî hatin dîtin
    Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de deriyekî din vedibe
    Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
    Etîketan:
    fîlm, James Cameron, Avatar, şerê şaristaniyê, bi derfetên kêm, erdnîgariya Kurdistanê, bi hêviya Kurdistaneke serbixwe, hevpeyvîn, Stranbêj, hunermend, Rojîn, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de